Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 34 zarokên çeteyên DAIŞ`ê radestî hikûmeta Rûsyayê kir. 

Pêr şandeyeke fermî ya Rûsyayê bi serokatiya Komîseriya Mafên Zarokan a Rûsyayê Anna Kuznetsova çû serdana bajarê Qamişloyê. Li wir li navenda Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilêtê Sûriyê bi rayedarên Rêveberiya Xweser re civiya. Radestkirina zarokan di serdanê de pêk hat.

Di protokola radestkirina zarokan de, li ser navê Rêveberiya Xweser hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Omer û her du cîgirên wî Fener El-Giêt û Ebîr Êliya û endama desteya rêveber a daîreyê Senaa Deham, amade bûn.

Her wiha cîgirê serokatiya Desteya Jinan a Herêma Cizîrê Evîn Qafo û Belqîs Hemendî jî amade bûn.

Radestkirina zarokan piştî civîneke dirêj a di navbera her du aliyan de pêk hat, piştî wê jî têkildarî mijarê bi beşdarbûna bi dehan dezgehên çapemeniyê yên herêmî û navneteweyî civîneke çapemeniyê hate lidarxistin.

Zarokên sêwî ne

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Ebdulkerîm Omer axivî û got, "Ev zarok hemû sêwî ne, dê û bavê wan di nava rêfên DAIŞ'ê de di şerê li Sûriyê de hatine kuştin. Redestkirina wan di radeya yekemîn de ji exlaqê mirovahiyê tê, da ku paşerojeke guncaw ji wan zarokan re were peydakirin." 

Komîseriya Mafên Zarokan a Rûsyayê Anna Kuznetsova spasiya Rêveberiya Xweser kir û got, "Bi radestkirina van zarokan li welatê xwe yê dayikê em kêfxweş in. Me 34 zarokên Rûsî yên di kampan de wergirtin. Ez spasiya Rêveberiya Xweser dikim ku bi roleke mezin di biserxistina vî karî de rabû."

Piştî civînê, şandeya Rûsyayê bi 34 zarokan çû balafirgeha bajarê Qamişloyê da ku wan zarokan bighîne Şamê û ji wir derbasî Rûsyayê bike.

QAMIŞLO