32 rojan li Piya û Arî li çi geriyan!
Duşem 11 Tîrmeh 2022 - 21:15
- Lêgerîna li avahiya şirketên produksiyonê yên Piya û Arî piştî 32 rojan bi dawî bû.
Lêgerîna li avahiya şirketên produksiyonê yên Piya û Arî piştî 32 rojan bi dawî bû. Polêsê dagirkeriya Tirk kamera, kaseyên computeran, hard disk, mîkserên deng û monîtor desteser kirin.
Li Amedê, li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya dewleta Tirk, 8’ê Hezîranê li dijî rojnamevanên Kurd operasyon hatibû destpêkirin. Polêsan di çarçoveya lêpirsînê de bi ser malên rojnamevanan û kargehên wan, bi ser JINNEWS, şirketên produksiyonê Pel, Piya û Arî de girtibû. Wan 22 rojnamevan û xebatkarên ragihandina azad kiribûn nezaretê û ji wan 16 hîna jî girtî ne. Polêsan di serdegirtina kargehên rojnamevanan de dest danîbûn ser kelûpelên dîjîtal. Piştî lêgerîna roja ewil ev 32 roj bûn ku polêsên Tirk ên dagirker dor li avahiya şirketên produksiyonê Piya û Arî girtibû. Lêgerîna polîsan a li vê avahiya her du şirketên produksiyonê piştî bi 32 rojan doh bi dawî bû.
Piştî lêgerînê girteka radestgirtinê dan parêzeran, lê lîsteya kelûpelên desteser kirine nedan. Piştî bidawîkirina dorlêgirtinê, xebatkarên produksiyonan tespît kirin ku polêsan kamera, komputer, har disk, mîkserên dengan ên li studyoyê, mîkfrofon, kaseyên komputeran û monîtorên hin computeran desteser kirine.
AMED