300 top li gundên Til Temirê ketin

Pêncşem 14 Îlon 2023 - 00:35

ARAM EHMED / ANHA / HESEKÊ

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê bi zêdetirî 300 topan û 8 êrişên bi balafirên bêmirov ên biçek hedef girtin. Di encamê de 8 sivîl birîndar bûn û zêdetirî 5 leşkerên hêzên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da. Her wiha di bersivandina Meclisa Leşkerî ya Til Temirê de li hember êrişeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker, zêdetirî 25 çete hatin kuştin.

Artêşa Tirk a dagirker ji destpêka Tebaxa bihurî de hemû gundên eniya şer wek Ebûş, Şêx Elî,  Dirdare yên bakurê navçeya Til Temirê û gundên Um El Kêf, Til Tewîl, Til Cuma, Til Girê Bît û Deşîşe yên rojavayê navçeyê û gundên Til El Leben, Mezret Şiwêş, Gozeliyê û Um El Xêr ên başûrê rojavayê navçeyê topbaran kirin. Di encama êrişên li dijî gundê Ebûş û Um El Kêf de 6 sivîl birîndar bûn. Her wiha di encama êrişên bejayî û topbarana li dijî gundên navçeyê de zêdetirî 5 leşkerên hikumet Şamê jiyana xwe ji dest da.

Çeteyan derbên giran xwarin

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmê piştî destpêkirina operasyona "Xurtkirina ewlehiyê" ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di 27'ê Tebaxa borî de li dijî şaneyên DAIŞ'ê û bazirganên hişbirê yên Dêrazorê, zêde bûn.

Di 3'yê Îlonê de çeteyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gundên navçeya Til Temirê êrişên bejayî pêk anîn û ew êriş ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Til Temirê ve hatin bersivandin. Di encamê de çete neçarî vekişiyan û derbeyên giran li wan hat xistin. Çavkaniyek leşkerî da zanîn ku hejmara kuştiyên çeteyan 25 û ya birîndaran 20 derbas kirin.

Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov ên biçek 8 êrişên pêk anîn. Yek ji wan li dijî noqteyeke hêzên hikumeta Şamê bû, her wiha erebeyeke sivîl hat hedefgirtin ku tenê zirarên madî çêbûn. Çavkaniyek leşkerî piştrast kir ku di encama van êrişan de tu zirar negihîştiye hêzên wan.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.