3 şirketan karên xwe li Başûr sekinand

Sêşem 5 Tîrmeh 2022 - 21:27

  • Wezareta Neftê ya Iraqê ragihand ku 3 şirketên neftê yên ji derveyî Iraqê, karên xwe yên li Herêma Kurdistanê rawestandine û girêdana xwe ya bi biryara Dadgeha Federal a Iraqê ve diyar kirine.

Wezareta Neftê ya Iraqê ragihand ku 3 şirketên neftê yên ji derveyî Iraqê, karên xwe yên li Herêma Kurdistanê rawestandine û girêdana xwe ya bi biryara Dadgeha Federal a Iraqê ve diyar kirine.

Sibatê bihurî, Dadgeha Bilind a Iraqê yasaya neft û gazê ya Herêma Kurdistanê berevajiya destûra Îraqê pênase kir û ji aliyê Herêma Kurdistanê firotina neft û gazê derveyî yasayê û berevajiya destûra Iraqê nirxand.

Wezareta Neftê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku 3 şirketên neftê yên li Herêma Kurdistanê kar dikirin, yên ne Iraqî, girêdana xwe ya bi biryara Dadgeha Federal a Iraqê re diyar kirine.

Wezareta Neftê di daxuyaniya xwe de got; “Şirketên Haliburton, Biggerhues, Schlumberger ku di rêza şirketên navneteweyî yên di warê neftê de xizmetê dikin, bi nameyeke fermî ji me re ragihandine, ‘Di çarçoveya girêdana bi biryara Dadgeha Federal a Iraqê de´ daxwaza projeyên nû ji

Herêma Kurdistanê nakin.”

Li gorî daxuyaniya Wezareta Neftê, her 3 şirket ji bo ku bi temamî dev ji karê nefta Herêma Kurdistanê berdin, niha di qonaxa paqijkirina peymana berê de ne.”

BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.