3 endamên Hêzên Sotoro şehîd bûn
Pêncşem 29 Sibat 2024 - 00:47
Navenda Fermî ya Meclisa Leşkerî ya Suryan ragihand ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser bajarê Dêrikê de 3 endamên hêzên Sotoroyê şehîd bûne.
Dewleta Tirk a dagirker 4 wesayît li Dêrikê hedef girtin. Têkildarî êrişê, malpera fermi ya Meclisa Leşkerî ya Suryan ragihand ku di êrişê de 3 endamên hêzên Sotoroyê şehîd bûne.
Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ne: Şerbêl Neîm Salîba, Cemîl Hena Hena û Mizefar Mihemed Mihemed.
Her wiha meclisê diyar kir ku 2 endamên din ên bi navên Corc Şîmo Yuhena û Danî Semîr Xelef birîndar bûn.
ANHA/QAMIŞLO