29 salan 20 hezar jin hatin kuştin

Nûçeyên Jin

În 27 Mijdar 2020 - 05:59

  • "Li Herêma Kurdistanê ji raperîna sala 1991’ê û vir ve zêdeyî 20 hezar jin bi bahaneyên cuda hatin kuştin"

Koma Wijdan ku rêxistineke jinan a Başûrê Kurdistanê ye, bi daxuyaniyekê ragihand ku ji sala 1991’ê dema raperînê û vir ve herî kêm 20 hezar jin bi bahaneyên cuda hatine kuştin.

Koma Wijdanê li Parka Dayik a li bajarê Silêmaniyeyê çalakiyek li dar xist. Çalakî bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê pêk hat û endama komê Sakar Ebdullah daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hate gotin, ”Em di sedsala 21’ê de ne û hîn jî zîhniyeta serweriya mêr zilmê li jinan dike. Rojane bi şêweyên cuda tundî li jinan tê kirin. Li Herêma Kurdistanê ji raperîna sala 1991’ê û vir ve zêdeyî 20 hezar jin bi bahaneyên cuda hatin kuştin.” Li Silêmaniyeyê her wiha li qada Baxê Giştî, Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê li dijî tundî û dagirkeriyê di çarçoveya kampanyayê de çalakiyek lidar xist.

Di çalakiyê de li dijî tundiya li jinê dirûşm hatin gotin. Bi navê RJAK’ê Soma Ferhad axivî û got, ”Li her devera cîhanê sîstematîk tundî li jinan tê kirin. Li Iraqê û Herêma Kurdistanê jî tundiya li jinê di asteke metirsîdar de ye. Qanûnên heyî ji bo jinan nînin.” n NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.