- Rêveberiya faşîst a dewleta Tirk li pêş çavê cîhanê hemûyî her roj êrişî qada siyasî dike. Di êrişên doh destê sibehê yên li Şirnex, Amed, Mêrsîn û Denîzliyê de 29 kes hatin girtin.
Dewleta Tirk doh li Şirnex, Amed, Mêrsîn û Denîzliyê bi ser gelek malan de girt, xanî serûbin kirin û 29 kes kirin nezaretxaneyê.
Li Şirnex û navçeyên wê Cizîr, Hezex, Silopî, Qilaban û Elkê, polîsan destê sibehê, bi ser malan de girt û Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kutlu ya ku qeyûm tayînî cihê wê hatiye kirin jî di nav de, bi giştî 21 kes xistin nezaretê. Polîsan di dema serdegirtina malê de destê endama HDP'ê Meryam Aşkara şikandin.
Endamên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ekrem Şavlûk, Alî Guven û delegeyê KCD'ê Aydin Denîz, Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Hezexê Nafiye Gecgel, Hevserokê HDP'ê yê Silopiya Kadîr Kunur, Hevseroka HDP'ê ya Silopiyê ya berê Aycan Azmaz, Rêveberê HDP'ê yê Şirnexê Sekvan Kilinc, Rêveberê HDP'ê yê bajaroka Sêgirkê yê berê Yakup Barkin, Rêveberê HDP'ê Dursun Cakir, Endamên HDP'ê Meryem Aşkara û Resul Uysal, Serokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Şirnexê yê berê Cemîl Gûn, Hevseroka DBP'ê ya berê Ayşe Atay, Hevşaredarê BDP'ê yê berê Faîk Dursub, Hevşaredara bajarokê gundikêmelê ya berê Leyla Erdem, Endamên Meclîsa Giştî ya Bajêr Elfesya Nas û Asûman Kulter kirin binçavan.
Li Bêrîvanê dan
Polîsan di dema serdegirtina mala Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kûtlû de ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin, deriyê malê şikandin û li Bêrîvanê dan.
Dayîka Bêrîvanê li ser êrişa polîsan got; “Me êrişên bi vî rengî di salên 90ʼî de dîtine. Serê sibehê saet 5'an bi ser malê de girtin û heta seat 8'an di malê de man û li nava malê geriyan. Mala me serûbinî hev kirin. Her kes Bêrîvanê nas dike. Berîvan keseke ku tê nasîn e. Ez hatime vî emrê xwe heta niha min muameleyeke bi vî awayî neditiye. Nasnameya Bêrîvanê ya sîyasî heye. Lê dema ku Bêrîvan birin lê danê.
Destê keça min şikandin
Di dema binçavkirinê de li Endama HDP'ê Meryem Aşkara jî dan. Dayîka wê Bedriye Aşkara anî ziman ku di dema binçavkirinê de, heqaret li wan hatiye kirin û got: "Berî ku bi ser mala me de bigirin dor li malê girtin. Hêj em ranebibûn nimêja sibehê. Deriyên me hemû şikandin û ketin malê. Li keça min dan û destê wê şikandin. Birayê wê li ber polîsan rabû. Lê tevî nerazîbûnê jî heqeret li me kirin û gef li me xwarin. Ev muamele, gelo li ku dera cîhanê heye? Em vê muameleyê qebûl nakin."
Li Amed, Mêrsîn û Denîzlî 8 kes girtin
Destê sibehê polîsan, li Amed û Mersînê bi ser malan de girt û 4 kesan binçav kirin. Polisan, li Amedê Endama Meclisa Şaredariya Licê Emîne Kaya, Endamê Meclisa Partiyê (PM) ya HDP’ê Resûl Sadak û Rêveberê HDP’a Rezan Sûna Guneş binçav kirin.
Li Mersînê jî polisan li navçeya Yenîşehîrê bi ser mala Bariş Rojvan Pîşkîn (29) de girtin û ew kirin binçavan. Her wiha polîsan li navçeya Akdenîzê jî bi ser malan de girtiye û kesên ku li wan geriyane nedîtine.
Polîsan zarok tirsandin
Li Denîzliyê jî 4 kes kirin nezaretxaneyê. Li Denizliyê di êrişa destê sibehê de çalakvana TJA’yê Cevahîr Kayar, Hevseroka HDP’ê ya bajarê Denîzliyê Hande Ozkan, Endama Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Şerîfe Yildirim û Hazal Dîler kirin nezaretxaneyê. Di serdegirtina mala Cevahîr Kayar de alav serûbin kirine û zarok tirsandine.
NAVENDA NÛÇEYAN