26 birin man 200

Duşem 24 Tebax 2020 - 23:59

  • Rûsyayê 26 zarokên welatiyên xwe ji Sûrî birine, dane xizmên wan; û hê qederê 200 zarokên welatiyêîn Rûsyayê li Sûrî mane.

Rûsya texmîn dike 200 zarokên Rûs li Bakur û Rojghilatê Sûrî hebin. Li gorî ajansa nûçeyan a fermî a Rûs TASS´ê, Rûsya wê vê çendê 87 zarokên welatiyê Rûsyayê ji Sûriyê derêxe. Komîsyonera Serokatiya Rûsyayê ji bo Mafê Zarokan Anna Kuznetsova ev agahî daye ajansê; wê gotiye 26 zarok wan birine Rûsya û dane xizmên wan û hê qederê 200 zarokî li Sûrî mane.
Wê gotiye, “Belgeyên 87 zarokan hazir in. Em li kampan li wan digerin, me bi aliyê din re jî peywendî daniye, hem bi Kurdan re û hem jî bi rêveberiyên kampan re.”
Li gorî wê, ew pêşî zarokên nexweş tînin. Wê wekî din got, li gorî texmînên wan ên ne iseh, hejmara zarokên Rûs li Sûriyê qederê 200´î be.
Wê got, 26 zarok niha li Şamê ne, testên wan ên ji bo vîrusa koronayê negatîf bûne û wan pêr zarok dane xizmên wan.
Axir barê rêveberiya xweser bi vê yekê sivik dibe. Rêveberî nexasim ji welatên Ewrûpî dixwaze welatiyên xwe yên li van kampan wergirin, lê welatên weke Ingilîstan û Elmanyayê xwe gelekî giran dikin. Ji ber tundrawiya dijwar a jinên DAIŞ´î li kampa holê jî, ev yek hem pirsgirêkeke cidî ye ji bo Rêveberiya Xweser û hem jî barekî giran e.

MOSKOV

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.