25 sal in li hestiyê hevjînê xwe digere
În 24 Çile 2025 - 02:45
Dîvan Denîz a ku ev 25 sal in li hestiyên hevjînê xwe digere wiha got:” Ev 25 sal in ne tirbek ne jî tiştek heye. Lê hê jî hêviya me heye ku rojeke em hestiyên wan bibînin.”
Li bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê di salên 1990’î de bi hezaran kes hatin binçavkirin û piştre jî di binçavan de hatin windakirin. Kesên ji aliyê hezên tarî yên dewletê ve hatin windakirin jî tevî salan jî nehatin dîtin û kujerên wan jî weke “Faîl ne diyar” man. Pêla girtin, binçavkirin, kuştin û windakirinên ku di salên 1990’î de dest pê kir heta salên 2000’î jî berdewam kir. Di encamê de gelek kes hatin windakirin û malbatên wan hê jî li pey hestiyên zarok, bav, dê û xizmên xwe ne. Ji kesên hatine windakirin yek jê Serokê Partiya Demokrasiyê ya Gelan (HADEP) a Navçeya Silopiyayê Serdar Taniş û yek jê jî rêveberê HADEP’a Silopiyayê Ebûbekîr Denîz e. Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz di 25’ê Çileya 2001’ê de hatin binçavkirin û piştre jî hatin windakirin. 25 sal in tu agahî ji wan nehatiye girtin.
25 sal in li hestiyê hevjînê xwe digere
Hevjîna Ebûbekîr Denîz, Dîvan Denîz di salvegera windakirina hevjînê xwe de ji axivî û wiha qala roja windakirina hevjînê xwe kir: “Wê rojê piştî nîvro hat malê û firavîn xwar. Roja pênçşemê bû. Ew û hevalekî xwe bûn. Berf bû, baran bû dinya sar bû. Wê rojê pir bi ecele dikir. Piştî xwarin xwar ji malê derket. Piştî demekê ji hêzên tîmên taybet ên dewletê hatin ber deriyê me û pirsa hevjînê min kirin. Piştre em hîn bûn ku ew birine qeraqolê. Em û malbata Serdar Taniş bi hev re çûn qeraqolê lê ne li wir bûn. Çend rojan em çûn qeraqolê lê dîsa me agahî ji wan negirt. Piştî çend rojan li qeraqolê ji me re gotin hatibûn li vir îmzeyek avêtin û çûn. Me jî li wir bertek nîşan da û me got we çi kiriye? Lê êdî ji wê rojê şûn ve ciheke ku em neçûn nema. Lê me heta niha jî tiştekî bi dest nexistiye. 25 sal in em li pey wan in ku hestiyên wan bibînin.”
Hêviya xwe winda nekir
Dîvan Denîz destnîşan kir ku ji bo aqûbeta hevjînê xwe wan gelek caran serî li cihan dane û wiha pêde çû: “Me ji dewletê re digot hestiyên me bidin me. Rojekê bang li me kirin û em birin Kerboranê. Tirba ku gotin em ê vekin 3-4 mehan venekirin. Piştî 3-4 mehan tirb vekirin û di nava bataniyê de cenazê derxistin ew cenaze jî şewitîbûn. DNA ji me girtin lê di wir de jî tu encamek derneket. Em dibêjin we çi kiriye kiriye lê hestiyên me bidin me, bila tirbeke wan jî hebe. Cîranên me êvarên înê diçin goristanê. Lê em nikarin biçin. Ev 25 sal in ne tirbek ne jî tiştek heye. Lê hê jî hêviya me heye ku rojeke em hestiyên wan bibînin.”
Bila kujer bên cezakirin
Dîvan Denîz bi lêv kir ku daxwaza wan ew e ku kujer bên cezakirin û hestiyên hevjînê wê û Serdar Taniş radestî wan bê kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kujer nehatin cezakirin. Tu lêpirsîneke bi bandor nehat destpêkirin. Em ji Fermandarê Alaya Cendirmeyan a Şirnexê yê wê demê Levent Ersoz bi guman in.”
AJANSA WELAT/ŞIRNEX