- Derhêner Ayşe Polat bi filmê xwe “Im Toten Winkel” rastiyên veşartî yên li Kurdistanê nîşanî temaşevanan dide. Film bi şêwaz û senaryoya xwe ya xurt bi meseleyên gelek zor û zehmet dadikeve û bi awayekî serketî ji bin vî barî radibe.
ARDÎN DÎREN
Ji mêj ve bû min li filmekî polîtîk ê bi vî rengî temaşe nekiribû. Film qederê 2 saetan dirêj bû lê min fêm nekir film çawa bi dawî bû. Yanî filmî bi her awayî xwe da temaşekirin û senaryoyeke pirr xurt a filmî hebû. Ez behsa filmê Ayşe Polat ê bi navê “Im Toten Winkel” dikim. Ev film bi Tirkî weke “Kör Noktada” hatiye wergerandin lê ez ê bi Kurdî bibêjim, “Rastiya Veşartî” ji lewma ev nav baştir li vî filmî tê û wekî din helwêsta filmî jî baştir rave dike. Film hewl dide bi rîtm û şêwaza xwe ya cuda ku ji sê beşan pêk tê, hin hêlên rastiyê ku veşartî mane, vebêje. Her wiha ji bo temaşevanan her tiştî jî eşkere nake û dixwaze hin valahiyan temaşevan bi xwe temam bikin. Yanî ji bo mirov karibe heta dawiyê li filmî temaşe bike divê çavekî mirov ê çê hebe da ku karibe bûyerên di filmî de bişopîne û ji rastiyên veşartî mane fam bike.
Serpêhatiyên Dayikên Şemiyê û kesên ku ji hêla JÎTEM´ê ve hatine kuştin, ji bo filmê “Im Toten Winkel” bûne îlham û Ayşe Polat bi vê îlhamê senaryoyeke balkêş - ji ber şêwaza filmî dibêjim balkêş - û xurt nivîsandiye. Wê bi vê senaryoya xurt filmekî têkûz sêwirandiye û derhêneriya wê jî bi qasî senaryoya wê xurt e. Ayşe Polat bi vî filmê xwe berê kamerayê dide Kurdistanê û bûyerên ku li wir qewimîne yan jî diqewimin. Ew bûyerên ku diqewimin, lê gelek caran veşartî dimînin di quncikên tarî û kor de! Kameraya polîtîk a Ayşe Polat dixwaze rastiya ku tim tê veşartin nîşanî temaşevanan bide.
Bi sê şêwazan rastiyekê vedibêje
Tîmeke ku ji Elmanya hatiye û li Kurdistanê belgefilmê çêdike, dibe şahidên rastiyên ku li Kurdistanê diqewimin. Bûyerên vî filmî li bajarekî herêma Serhedê, li Qersê diqewimin. Ev tîma belgefilmê, hewl dide behsa jiyana parazerekî Kurd yê bi navê Eyûb (Azîz Çapkurt) bike. Her wiha dayika bi navê Hatîce ku kurê wê ji hêla JÎTEM´ê hatiye revandin û kes nizane gora wî li ku derê ye jî yek ji karakterên belgefilmê ye. Piştî ku kurê dayika Hatîce hatiye revandin, dayik wisa bawer dike ku rojekê kurê wê dê li malê vegere û ji bo wî rîtûelekê pêk tîne. Li ser agirê kuçikê di stîlê de şorbê çêdike û li gundiyan belav dike. Ji bo kurê xwe jî li malê sofreyekê datîne û li benda kurê xwe dimîne. Her çend kurê wê venegere jî ew dev ji vê rika xwe bernade û rîtûela xwe her didomîne. Tîma belgefilmê hêj baş bi van meseleyan danakeve, bi carekê parezerê Kurd winda dibe yanî ew ji hêla JÎTEM´ê ve tê revandin. Piştî vê bûyerê, xeta film diguhere û em bi sê awayan yanî bi sê perspektîfên cuda li revandin û paşê jî kuştina parazerî temaşe dikin.
Jixwe, film jî ji sê beşan pêk tê û di her beşekê de nihêrîneke cuda heye ku rastiyê tîne ziman. Yanî şêwaza filmî di warê teknîkê de pirr tevlîhev e, lê ev tevlîhevî bûye zimanê filmî û biya min serketî ye.
Hêzên tarî her li ser kar in
Kurê dayika Hatîce di salên 1990’î de hatiye revandin. Tîma ku belgefilmê çêdike, hewl dide rastiyên wan salan qewimîne, vebêje. Lê paşê ew ê bibînin ku ji wan salan heta îro li Kurdistanê ti tişt neguheriye û hêzên tarî yên dewletê her li ser kar in û xelkê Kurd dikujin û cenazeyê wan dişewitînin. Tişta ku tê serê parêzer Eyûb eynî ew e û ne tiştekî din e. Yanî bûyerên ku tên serê Kurdan, ji belgefilm û fimên tên çêkirinê, rasteqîntir in. Ji lewma tîma ku diwxaze belgefilmê çêke jî matmayî dimîne û ew nizane çawa ji nava vê meseleyê derkeve. Ji xwe piştî revandina parêzer Eyûb, êdî film jî xeta xwe diguherîne û vê carê karakterekî bi navê Zafer derdikeve hemberî me; ew, yek ji endamên JÎTEM´ê ye û ji bo hêzên tarî yên dewleta Tirk dixebite.
Kuştineke kiryarê wê diyar
Zafer û hevalekî xwe, tîma belgefilmê dişopînin. Çavê wan tim li ser parêzer Eyûb e û wî dişopînin. Herî dawî li kolaneke teng Eyûb digirin, çavê wî girê didin û direvînin. Piştî êşkenceyeke giran wî dikujin. Tenê bi kuştinê jî tîhna wan naşike, ew cenazeyê Eyûb dişewitînin û cenazeyê wî di binax dikin, vedişêrin. Em li van bûyeran hemûyan ji telefona Zafer temaşe dikin, yanî di filmî de dîmenên telefonê jî hatine bikaranîn. Her wiha, li gelek cihan, dîmenên kamerayên veşartî jî tên bikaranîn û di warê dîmensaziyê de tiştên balkêş hatine ceribandin. Zafer ji hêla hevalên xwe yên JÎTEM´ê ve tê şopandin û di dawiyê de jî hêla van hevalên ve tê kuştin. Jixwe, ew piştî demekê dîn dibe, ji ber kesên ku wî her tim dişopînin û vîdeoyên karên wî yên qirêj jê re dişînin.
Rastî veşartî namînin
Ev vîdeoyên piçûk in, lê pirr bi bandor in, ji lewma karên qirêj ên JÎTEM´ê hemûyan nîşan didin. Em dîmenên êşkenceya li Eyûb hatiye kirin û cenazeye wî yê ku tê şewitandin jî bi saya van vîdeoyan dibînin. Di filmî de nayê xuyanê bê ka kê dîmenên di van vîdeoyan de girtine û ji Zafer re dişîne. Lê Zafer ji ber van vîdeoyan bêzar e û nema dizane çi bike. Jixwe, tişta Zafer dîn dike û xewê lê diherimîne jî ev vîdeo ne. Zafer piştî demekê di navbera malbata xwe û karên kirêt ên JÎTEM´ê de dimîne. Gava ku ew malbata xwe hildibijêre û dixwaze bajêr biterikîne, ji hêla hevalên xwe ve tê kuştin. Keça Zafer ya bi navê Melek, gelek tiştên veşartî derdixe holê, ew rastiyên ku di tariyê de mane derdixe holê. Ev keçika piçûk ya ku weke ferîştahekê ye, karê bavê xwe û her wiha yên hevalên bavê xwe yên qirêj eşkere dike.
Neheqiya bûyî nîşan didim
Ayşe Polat di hevpeyvîneke xwe de balê dibe ser neheqiyê û dibêje; “Ji bo mirov jiyaneke bi ewle û tendurist bibuhirîne, divê mirov bi rabuhiriyê re rûbirû bibe. Mirov çiqasî nexwazin rastiyê bibînin û veşêrin, ewqasî atmosfereke ne ewle derdikeve holê. Her bûyer, çalakî û nebaşî li pey xwe tesîrekê dihêle. Tesîra van bûyer û çalakiyên ne baş 30-40 salan jî winda nabe, her çiqas ew veşartî bimînin jî. Ji lewma hûn nikarin neheqiya li insanan hatiye kirin, veşêrin, ew neheqî her dimîne li cihekî. Berpirsyariya me ew e ku em neheqiya bûyî, nîşan bidin. Bi vî filmî min ev neheqiya bûyî nîşan da.”
Bi xelatan xeriqî
Filmê “Im Toten Winkel” heta niha li gelek festîvalên navneteweyî xelatên baş wergirtin. Film cara pêşî li Festîvala Berlînale ya 73’an hat nîşandan, yanî promiyera xwe pêk anî û di beşa “Encounters” de hate nîşandan. Filmî li Festîvala Stenbolê ya 42’yan jî Xelata Filmê Herî Baş wergirt. Li Festîvala Izmîrê jî dîsa xelata filmê herî baş wergirt. Her wiha film li Festîvala Filman a Oldenburg a Navneteweyî jî xelata “German Independece Award” wergirt. Vî filmî herî dawî li Festîvala Enqereyê ya Filman di 7 beşan de xelat wergirt û Ayşe Polat jî li festîvalê weke derhênera herî baş hate neqandin. Rêwîtiya filmî ya ji bo festîvalan dewam dike û ew ê li gelek festîvalên din jî were nîşandan.