25 jinan dewreya dirûnê bi dawî kir

Nûçeyên Jin

Duşem 12 Îlon 2022 - 22:42

  • Komîteya Ciwanan a Meclisa Navçeya Şedadê, dewreya dirûtina cilûbergan a ji bo 25 jinan, bi dawî kir. 

Komîteya Ciwanan a Meclisa Navçeya Şedadê, dewreya dirûtina cilûbergan a ji bo 25 jinan, bi dawî kir. 

Dewreya dirûtinê bi nirxandina xebatên 25 jinên beşdar ên dewreyê û bi belavkirina karnameyan, bi dawî bû.

Dewreyê 30 rojan dewam kir û tê de perwerdekarên pispor dersên dirûnê, dersên teorîk û pratîk ên dirûn û fesalê dan jinan.

Der barê dewreyên perwerdeyê û armancên wan de, endamê Komîteya Ciwanan Beşar El Dexîl got, "Armanca dewreyê, ew bû ku jin xwe bispêrin hêza xwe û werin perwerdekirin. Her wiha da ku bikarin di fabrîkeyên tekstîlê yên Rêveberiya Xweser de kar jî bikin. Derfetên kar wê destpêkê ji bo wan jinan bin ku perwerde bûne û karnameya pisporiyê ji Navenda Perwerde û Amadekirinê ya ciwanan wergirtine.”

Komîteya Ciwanan a Meclisa navçeya Şedadê, dixwaze hejmarek dewreyên pîşeyî yên din jî di bin çavdêriya pisporan de veke.

ANHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.