CÛDÎ SÎPAN / ANHA / ŞEHBA
Kantona Şehbayê bi çandina pîvazan navdar e. Yek ji berhemên herî girîng li kantonê ye ku rêgeza xwetêrkirinê ya kantonê pêk tîne. Her wiha jêdera sereke ya xelkê herêmê ye ku li rûbarên 500 heta 700 hezar hektarî tê çandin.
Li gorî hevserokê Komîteya Çandiniyê ya kantona Efrîn û Şehbayê Basim Osman berhema her hektarekê di navbera 30 heta 70 tonî de ye. Her wiha aşkera kir ku heke li gorî bernameya çandiniyê ya gubre û avdanê bê meşandin, hin caran berhema her hektarekê digihêje 70 tonî.
Li kantonê 2 cureyên pîvaza tên çandin; fransî û sêvî. Pîvaz avî tê çandin, destpêkê ax tê rastkirin, tê ajotin û xet tê çêkirin. Piştî erd amade bibe, pîvaz li ser du qonaxan tê çandin.
Her wiha pîvaz zivistanê jî di meha Çileyê de tê çandin. Ev cure di Tebaxê de tê berhevkirin. Pîvazê ji cureya sêvî jî di Îlonê de tê çandin û di Gulanê yan jî Hezîranê de li gorî rewşa avhewayê, tê berhevkirin.
Îsal tevî dorpêça rejîma Şamê jî, ji bo çandina pîvazan rewş baş bû. Li gorî hevserokê Komîteya Çandiniyê rojane bi dehan ton pîvaz dişînin tevahî bajarên Sûriyeyê.
Basim Osman diyar kir ku hilberîna salane ya pîvazan li herêmê digihêje zêdetirî 25 hezar tonî û got: “Îsal me 2 hezar ton tov li cotkaran belav kir.”
Rejîm li pêş cotkaran asteng e
Osman îşaret bi astengiyên li pêş cotkaran kir û got:“Dorpêça hikumeta Şamê ya li ser herêmê ku nahêle gubre û sotemenî derbasî herêmê bibin.”
Buhaya gubreyê turikê 50 kîloyî yê Yorya û Super Fosfat zêdetirî 40 dolarî ye yan derdora 650 hezar lîre ye. Lîtreya mazotê jî 12 hezar lîre ye.
Osman da zanîn ku di dewreya çandiniyê de ji bo avdana her hektarekê pêwîstî bi 15 bermîlên mazotê heye.
Osman eşkere kir ku li gorî sala borî, îsal baştir e ji ber ku avhewaya îsal ji bo çandiniyê guncav bû û got:“Li herêmê tevî dorpêçê, çandina pîvazan rêgeza xwetêrkirinê pêk anî. Miqdarên mezin jî şandine derveyî herêmê.”