Dewleta Tirk a dagirker, tevî hêzên xwe yên dagirkeriyê hemûyan, 170 penaberên din, bi darê zorê birin li kantona Girê Spî bi cih kirin.
Dewleta Tirk û çeteyên wê yên dagirker, siyaseta qirkirina etnîk, li deverên dagirkirî dewam dikin. Herî dawî, wan 170 penaberên ji Heleb, Dêrazor, Hema û Humsê, din bi darê zorê li Girê Spî bi cih kirin.
Bi vê koma dawî re hejmara penaberên di meha dawî de li Girê Spî hatine bicihkirin, bû hezar û 378. Ji Nîsanê ve zêdetirî 25 hezar penaber li bajarên Cerablus, Efrîn, Ezaz, Serêkaniyê û Girê Spî hatin bicihkirin.
ANHA/EYN ÎSA