Li bajarê Konyayê yê Tirkiyê Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Navçeya Kûlû yê berê Suleyman Înan jî di nav de 7 kes bi hêceta parvekirinên medya civakî hatin binçavkirin. 

Pêr cendirmeyan bi ser gundên Kurdan ên navçeyên Kûlû û Cîhanbeylî yên Konyayê de girtin. Cendirme li malan geriyan. Piştî lêgerînê Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Navçeya Kûlû Suleyman Înan, her wiha welatiyên bi navê Îsmet Uçler, Osman Ekîcî, Erdal Taşkiran, Mustafa Yilmaz, Hasan Oyucu û Ekrem Sogût hatin binçavkirin. 

Polîsên dewleta Tirk doh destê sibehê li bajarê Kocaeliyê yê Tirkiyê avêtin ser malan û 13 HDP'î kirin nezaretxaneyê. Ji kesên binçavkirî yê navê 9 wan hatin zanîn evin: Sakî Ermîş, Şîrîn Ermîş, Omer Aslan, Îbrahîm Guler, Guney Merîç, Erkan Macak, Sezgîn Guler, Rodî Babayîgît û Hakan Karakoç.

Eskeran bi ser mala serokê berê û rêveberê Partiya Kedê (EMEP) yê niha Nejdet Balî ya li Taxa Dûrûlova ya navçeya Argana Meletiyê de girtin û ew kirin nezaretxaneyê.
Polîsan doh serê sibehê bi ser mala Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajêr a Qersê Sevda Sûbaşi de girt û piştî lêgerîna li malê kirin nezaretxaneyê.

NAVENDA NÛÇEYAN