21 tablo 11 şêwekar

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 10 Sibat 2021 - 00:07

Li Helebceyê 11 hunermendan pêşangeheke şêwekariyê vekir. Pêşangeh rastî elaqeyeke mezin hat.

Li hola rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî ya Helebceyê, pêşengah hate vekirin. 21 tabloyên van 11 şêwekaran hatin nîşandan. Şêwekar Ebdulrehman Mîrza got, hunermend ji bajarên cûda yên Kurdistanê tevlî pêşangehê bûne û her hunermendek bi şêwazê xwe tablo amade kirine. Şêwekar Eyub Reuf jî got, ew ji Silêmaniyê tevlî pêşangehê bûye û di tabloyên xwe de xweza nîşan da.

Pêşangeh îro jî li xelkê vekiriye. 

ROJNEWS/HELEBCE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.