21 girtî kuştin

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 12 Mijdar 2020 - 23:35

  • Îsal di nava 11 mehan de li zindanên dewleta Tirk 21 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest da. Dîsa girtiyên din ên nexweş jî ji ber şertên giran roj bi roj bêtir tenduristiya wan xerab dibe. Tevî vê jî nayên berdan. Di nava burokrasiya saziyan de girtiyan gîro dikin û bi vî awayî wan dikujin.

Rojnamevan Eylem Akdag der barê rewşa li zindanan de analîz û lêkolînek kiriye. Di lêkolînê de tê gotin, li Girtîgehan girtiyên nexweş ji ber ku nayên dermankirin û nayên berdan yek bi yek dimirin. Herî dawî Girtiyê Nexweş Sitki Bektaş, li Girtîgeha Tekîrdagê Tîpa Fʼyê jiyana xwe ji dest da. Tevî ku Bektaş 28 sal girtî bû û giran nexweş bû, nehat berdan û li girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Bi mirina Bektaş re heta niha di nava 2020'an de 21 girtiyên nexweş mirine Girtiyên nexweş ji ber şertên qirêj ên girtîgehê û nayên dermankirin yek bi yek têne kuştin. Bi taybetî piştî şewba koronayê vîrûs li girtîgehan belav bû, bêtir jiyana  girtiyên nexweş ket rîskeke mezin. 
 
39 zindanên nû

Di lêkolînê de Eylemê hin agahiyan jî dide û dibêje; “Li gorî rapora Wezareta Dadê ya ji bo butçeyê şand ji Meclîsa Tirkiyeyê re li Tirkiyeyê 355 girtîgeh hene û li van girtîgehan 282 hezar û 703 girtî hene. Li gorî dane û rapora ÎHD'ê jî 604 jê giran bi giştî Hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Ji van girtiyên nexweş 249 girtî jin in. Lê gelek girtiyên nexweş ên serî li ÎHD'ê nedane jî hene. Li gorî vê yekê hêjmara girtiyên nexweş zêdetir e.” Li gorî budçeya nû ya parlementa Tirkiyê wê sala bê 39 girtîgehên nû bêne avakirin. Bi vî awayî jî em fêhm dikin ku wê zindan mîna cercereyekê were bikaranîn. 
 
Rêzik û pîvan nînin

Ji bo girtiyên nexweş, hem di qanûnên neteweyî û navneteweyî de bi rêzik û pîvanan maf û heq hatine destnîşankirin. Di vî warî de rêzik û pîvanên Komîteya Ewrûpa ya Konseya Ewrûpayê (2006) heye û li gorî tafsiyeya 2'an xala (md. 40.3) divê girtiyên nexweş ji mafê tenduristiyê sûdê bigirin û bên dermankirin. Li gorî belgeya Danezana Lîzbon a Yekîneya Tebîban a Cîhanê ku di sala 1981'an, nexweş azad e ku bijîşkê xwe li gorî xwe hilbijêre. Xwedî maf e ku mafê dermankirinê erê bike yan jî red bike.

Dihêlin girtî bimirin

Jixwe li Tirkiyê burokrasiyeke qanûnan a gîrokirinê heye û dihêle girtî bimire ango girtî dikuje. Ji ber ku sazî û dezgehên dewletê hemû girtiyên siyasî û heta girtiyên Kurd dijmin dibîne û bi vî awayî nêzîk dibin. Di vê nuqteyê de huqûqê dijminatiyê jî nameşe. Mînak girtiyek gelek caran serî li saziyekê dide û tevî mafê wî-wê hene jî ev bi gelek bahaneyan tê paşxistin û bi vî awayî dihêlin ku girtî bimire. Mînak Saziya Tiba Edlî heye, nikare bi xwe biryaran bide û di bin bandora siyasetê de biryarên nebiryar die. Ergin Aktaş ê 2 destê wî tune û li Girtîgeha Metrîsê dimîne, li gel ku Saziya Tiba Edlî 5 caran rapor daye wî jî nayê berdan.

Çeteyan berdidin Kurdan dihêlin

Li gorî xala 104'an a Destûra Bingehîn a Tirkiyê erka Serokomar a ji bo girtiyên nexweş heye. Li gorî vê erkê Serokomar dikare girtiyên nexweş ku her tim nexweş e, seqet e û nikare bi serê xwe bijî cezayê wan sivik bike û rake. Serokomar Abdullah Gul ev erka xwe ji 2008'an heta 17'ê Gulana 2012'an ji bo 26 girtiyên nexweş bikar anî. Serokê AKP'ê û Serokomar Erdogan jî ev erka xwe di sala 2019'an de ji bo 3 girtiyên edlî û faîlê Komkujiya Madimakê Ahmet Turan Kiliç bikar anî. Lê ji ber ku Kurdan dijmin dibînin an jî jê wêdetir ev erk jî nayê bikaranîn û ev awa nêzîkatî jî dibe sedem di nava 11 mehan de 21 girtiyên nexweş bimirin an jî bêne kuştin. 
Li gorî rapora CPT'ê ya 2020'an divê Tirkiye tedbîr bigire û şert û mercên girtiyên nexweş baş bike, lê ev jî tenê li ser kaxizê dimîne.

Roviyên wê li derve ne!

Girtiya nexweş Semîre Dîrekçî 450 roj in êşkenceyeke giran lê tê kirin. 450 roj in roviyên wê li derve ne û bi vî rengî hewl dide bijî.
Beriya 450 rojî bi emeliyatê roviyên girtiya nexweş Semîre Dîrekçî hate derxistin û ji hingî ve nayê dermankirin. Dîrekçî ji bo vê bang kir û got, "Dixwazim saziyên pêwendîdar bi vê rewşê re eleqedar bin."
Semîre Dîrekçî ya 43 salî ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a li Amedê tê hiştin di nava 23 salên girtîgehê de 7 caran emeliyat bû. Dîrekçî ji mejî û roviyên xwe emeliyat bû. Her wiha tansiyona wê bilind e û nikare baş bibîne. 450 roj in roviyên Dîrekçî li derve ye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.