- Li gorî rapora Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) ya salê sala 2021ʼê di warê girtina rojnamevanan de salekî gelekî xirab bû: Herî kêm 293 rojnamevan li seranserê dinyayê di hepsê de.
Li gorî rapora Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) ya salê sala 2021ʼê di warê girtina rojnamevanan de salekî gelekî xirab bû: Herî kêm 293 rojnamevan li seranserê dinyayê di hepsê de. Ji sala 1992ʼyan ve ev qas zêde rojnamevan neketibûn hepsê. Çîn di vî warî de welatê herî xirab e: 50 rojnamevan li Çînê di hepsê de ne. Li Tirkiyeyê jî pirraniya wan xebatkarên Çapemeniya Azad a Kurdan, 18 rojnamevan di hespê de ne. Tirkiye piştî Belarûsê di rêza 6´an a welatên herî zêde rojnamevan kirine hepsê de ye. Li Rûsyayê 12 rojnamevan û li Sûriyê jî 4 rojnamevan sala 2021ʼê hna di hepsê de ne.
Li Iraqê jî 4 rojnamevan girtî û her 4 jî li Başûrê Kurdistanê di hepsên PDK´ê de ne: Guhdar Zêbarî, Omed Beroşkî, Qareman Şukrî, Şêrwan Şêrwanî.
Li gorî raporê sala 2021ʼê herî kêm 24 rojnamevan di encama karê xwe yê rojnamevaniyê de hatine kuştin. 22 ji van rojnamevanan weke cezakirin yan jî bersiva rojnamevaniya wan hatin neqandin û bi zanîn hatin kuştin. CPJ wekî din da zanîn ku 6 rojnamevanên din jî hatine kuştin, lê ew nizanin gelo sedema kuştina wan karê wan ê rojnamevaniyê bûye yan na. Wê ji bo diyarkirina vê yekê, lêpirsîn daye destpêkirin.
NEW YORK