- Li festîvala herî mezin a Elmanyayê ya muzîka tekno, Festîvala Muzîkê ya Fusionê îsal 20 hezar alayên YPG/YPJ’ê hatin hilgirtin û Şoreşa Rojava hat silavkirin.
Li festîvala herî mezin a Elmanyayê ya muzîka tekno, Festîvala Muzîkê ya Fusionê îsal 20 hezar alayên YPG/YPJ’ê hatin hilgirtin û Şoreşa Rojava hat silavkirin.
Ji ber pandemiyê 2 salan festîval nehatibû lidarxistin û îsal li eyaleta Mecklenburg-Worpommerê, nêzîkî bajarokê Mirow li devera bi navê Laerzê festîval bi rê ve çû. Festîvalê 29’ê hezîranê dest pê kir û doh yanî 3’yê Tîrmehê bi dawî bû. Di festîvalê de qederê 3 hezar hunermedî derketin ser dikê. Di 4 rojan de festîvalê 75 hezar mirov hewandin û ezimandin. Hunermend û aktîvîst Mal Élevé 2’yê Tîrmehê derkete ser dikê. Di konsera wî de 20 hezar alayên YPG/YPJ’ê hatin hilgirtin û di dehsaliya wê de kesên hazir destek da Şoreşa Rojava.
Çalakiyeke çepgiran bû
Tevgera Interventionistische Linke (Çepa destwerdêr) Berlînê pêşengiya kampanyaya “Ji bo Rojava 20.000 al” dikir. Li ser navê wê hat gotin, “19’ê Tîrmeha 2012’an li Rojava weke destpêk şoreşê tê qebûlkirin. Em dixwazin malavahiya wan bikin: We DAIŞ felişand û Êzîdî ji qirkirinê rizgarkirin, ji bo wê mala we ava. Ji bo hêz û berxwedana we ya li dijî împeryalîzmê û neteweperestiyê mala we ava. Ji bo teoriya we ya femînîst ya ku em hînî wê bûn, û ji bo pratîka we, mala we ava. Û nexasim jî: ji ber ku we hêviya ji bo dinyayeke ji vê baştir parast, em malavahiya we dikin”.
NAVENDA NÛÇEYAN