Pêr balafirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker 3 caran êrişî kantona Qamişloyê kirin. Rêveberiya xweser bi daxuyaniyekê şehîdbûna 2 kesan û birîndarkirina 5 kesên din jî ragihand. Dewleta Tirk a dagirker roja duşemê jî gundê Ewn Dadat ê bakurê rojhilatê Minbicê bi çekên giran topbaran kiribû. Di encamê de 7 sivîl birîndar bûbûn. Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de wiha got:’’Armanca dewleta Tirk têkbirina ewlehiya li herêmê û hewldanên tinekirina DAIŞ’ê ye. Hedefgirtina navendên xizmetguzariyê û binesaziya herêmê, sûcên şer in. Dixwazin ku Rêveberiya Xweser xizmeta gel nekin.’’ Rêveberiyê sersaxî da malbatên şehîdan û hêviya şifayê li birîndaran kir. Siyaseta teror û qirkirinê ya dewleta Tirk jî şermezar kir.
Herwiha rêveberiyê bêdengiya navneteweyî li hember van sûcan şermezar kir û bang li wan kir ku ji bo pêşî li van sûcan bigrin, helwestên cidî nîşan bidin.
Bêdengî hevkarî ye
Xelkê navçeya Til Temirê û koçberên Serêkaniyê bang li hêzên navneteweyî kir ku li hember sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmê, bê deng neminin û gotin bêdengiya wan hêzan nîşaneya hevakariya wan a bi dewleta Tirk re ye.
Munîre Xelîl a ji navçeya Til Temirê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker sûcên wek revandina sivîlan, şantajkirina wan, talankirina mal û milkên wan û guhertina demografiya herêmên dagirkirî û hedefgirtina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Munîre bang li hêzên navneteweyî kir ku bi lez sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê rawestînin.
Koçberê ji Serêkaniyê Mehmûd Ebdulezîz El Mihemed jî got: “Tirkiye li ser du kêndiran dilîze. Li aliyekî Îsraîlê şermezar dike ji ber ku av û kehrebe ji ser filistîniyan qut kiriye. Li aliyekî din me ji warên me koçber dike, li şûna me çeteyan bi cih dike tenê ji bo ku demografiya herêmên me biguhere. Avê ji ser me qut dike. Stastyonên kehrebeyê dike hedef. Ev nîşaneya hişmendiya wê ya sûcdar û terorîst e.” El Mihemed got tevî van sûcan û êrişan jî ew ê berxwedanê berdewam bikin.
Reşe Elo ya ji Til Temirê jî got: “Erdogan, li aliyekî kuştina zarokan li Filistînê şermezar dike û li aliyekî din li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zarokan dikuje.” Reşe Elo bang li hêzên navneteweyî kir ku bêdengiya xwe bi dawî bikin û rê li pêşiya sûcûn dewleta Tirk a dagirker bigirin.
Em ê di berxwedanê de bi israr bin
Xelkê Minbicê li hember êrişan îsrara xwe ya berxwedanê nîşan da. Emîne El Cerah êrişên li dijî Minbicê şermezar kirin û got: "Armanc ji van êrişan hedefgirtina sivîlan, têkbirina aramiya herêmê, valakirina wê û dagirkirina wê ye. Lê tevî hemû êrişan em dev ji xaka xwe bernadin û rê nadin wan ku bihostekê jî ji xaka me dagir bikin."
Ruqeye Mihemed got: "Armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişan hedefgirtina sivîlan û têkbirina aramiya herêmê û koçberkirina şêniyan e. Lê belê ev êriş me ji pêkanîna armancên me bi dûr naxin û em ê li hember dagirkeriyê berxwedana xwe bilind bikin."
Bedir El Ehmed destnîşan kir ku divê şênî li hember planên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li kêleka rêveberiya sivîl bin û berxwedana xwe li hember êrişan bidomînin.
NAVENDA NÛÇEYAN