2 pêşmerge qetil kirin
Pêncşem 22 Sibat 2024 - 00:37
Dewleta Tirk a dagirker 20'ê Sibatê gundê Kafiya yê nehiya Dînartê ya navçeya Akrê ya Dihokê bombe kir. Hate ragihandin ku di encama êrişê de 2 pêşmerge mirin, du kesên li gel wan bû jî agahî ji wan nayê wergirtin. Hate ragihandin ku pêşmergeyên jiyana xwe ji dest dane Arîf Taha yê 61 salî û Beşîr Omer Alî 68 salî ne. PDK mîna her carê daxuyaniyek neda. Hikumeta Herêma Kurdistanê ya di bin serweriya PDK'ê de ye, ti daxuyanî neda. Li gorî agahiyan pêşmerge dema ku li quntara Çiyayê Siyarê li nava bax û baxçeyên xwe dixebitîn hatin bombekirin. Dewleta Tirk a dagirker ji sala 2015'an û vir ve êrişeke giran dibe ser xaka Başûrê Kurdistanê û ji hingî ve herî kêm 152 sivîl qetil kir, 228 sivîl jî birîndar kir.
ROJNEWS