2 mehan de 14 jin hatin kuştin
Pêncşem 25 Gulan 2023 - 14:29
BEHARAN LEHÎB / NÛJINHA / KABÎL
Ji dema ku Talîbanê li Efxanistanê rêveberiya welat desteser kiriye heta niha, kuştina jinan her diçe zêdetir dibe. Di nava du mehan de li Efxanistanê 14 jin yan hatin kuştin û yan jî wan xwe kuşt.
23’yê Nîsanê, li Pesabenda Xûrê, jinek bi destê hevserê xwe hat qetilkirin.
24’ê Nîsanê, jinek (Golendam) li bajarê Fîrûzkûhê yê Xûrê, bi destê kurê xwe yê 12 salî hat qetilkirin.
27’ê Nîsanê, Yasemîna 30 salî ji ber ku razî nebû bizewice, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest daye.
27’ê Nîsanê, Soltane ya 56 salî li navçeya Qerxan a Fariyabê bi awayekî bi guman mir.
27’ê Nîsanê, Rozmînêh li Fîrûzkûh a Xûrê, li hemberî êrişa cinsî ya çekdarê Talîbanê li ber xwe da, hat qetilkirin.
3’yê Gulanê, jineke 40 salî, bi sedema tundiya malbatê li bajarê Feyzabad ê Bedexşanê, bi awayekî bi guman mir.
9’ê Gulanê, Tazegol a 35 salî li Şeberxan a Cûzcanê, li mala xwe bi sîlehê hat qetilkirin.
11’ê Gulanê, Mehtab a 50 salî ya ducanî, li navçeya Qadis a Badxîsê bi destê hevserê xwe hat qetilkirin.
12’ê Gulanê, jineke xama ji ber tundiya malbatê li bajarê Meymenê yê navenda Fariyabê, bi awayekî bi guman mir.
14’ê Gulanê, li navçeya Şîrîn Tegab a Fariyabê jineke 19 salî bi aweyekî bi guman mir.
15’ê Gulanê, keçeke 16 salî li Belçîrax a Feriyabê piştî pevçûna bi hevserê xwe re bi awayekî bi guman mir.
16’ê Gulanê, jina 27 salî Nazdanê li navçeya Caxoriya Xezniyê bi awayekî hovane hat qetilkirin.
19’ê Gulanê, jinek li navçeya Mûsa Kela ya Helmendê bi destê hevserê xwe hat qetilkirin.
20’ê Gulanê, Rezîneya 22 salî li navçeya Espîn Boldek a Qendeharê bi awayekî bi guman miriye.