Hêzên rejîma Îranê li Şino êrişî komek kolber kirin, di encamê de 2 kolber hatin kuştin. Li gorî nûçeya Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê, hêzên pasdaran li herêma Şino ya ser bi Urmiyeyê, êrişî komek kolber kirine.
Heman çavkaniyê ragihand ku di encama êrişê de kolberê bi navê Hakan Mihemed Zade yê xelkê gundê Kirîkan Selmas û kolberê bi navê Wesîm Ferdîn Zade yê xelkê gundê Pirdawê ya Şino hatine kuştin.
Li gorî daneyên rêxistinên mafê mirovan, tenê di meha Mijdara 2020’an de 6 kolber ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine kuştin û 5 jî birîndar bûne.
ROJNEWS/SILÊMANÎ