- Pêr bi şev li ser sînorê Newsûd û Bane yên Rojhilatê Kurdistanê 2 kolber ji aliye hêzên Îranê ve hatine birîndarkirin.
Pêr bi şev li ser sînorê Newsûd û Bane yên Rojhilatê Kurdistanê 2 kolber ji aliye hêzên Îranê ve hatine birîndarkirin.
Li gorî agahiyên hatine bidest xistin pêr bi şev hêzên rejîma Îranê li ser sînorê Newsûd a Rojhiilatê Kurdistanê güle li komek kolber reşandiye ku di encamê de kolberek birîndar bû. Navê kolber nehate zanîn. Heman agahî piştrast dikin kul i ser sînorê Bane jî hêzên rejîma Îranê komeke din ê kolberan kirine armanc. Li wir jî kolberek din yê bi navê Serkewt Mîrzayî yê beriya niha bi çend mehan birîndar bibû careke din ji linge xwe birîndar dibe.
NAVENDA NÛÇEYAN