19 kes kirin nezaretê 

Şemî 5 Hezîran 2021 - 02:15

Li Amed û Mereşê, di operasyonên qirkirnia siyasî de 19 kes hatin girtin. 

Di çarçoveya lêpirsînekê Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, biryara kirina nezaretê ya 22 kesan hate dayin. Doh serê sibehê bi hevdemî operasyonên qirkirina siyasî hatin kirin û di encamê de Melîs Ozbalkan û Îsa Aydin jî di nav de dagirkeran 18 kes kirin nezaretê. Kesên hatin girtin, birin Midûriyeta Emniyetê ya Amedê û biryar hate dayin ku 24 saetan parêzer nikaribin kesên girtî bibînin.

Li navçeya Goksûn a Mereşê jî di serdegirtinên qirkrina siyasî de Mehmet Şeker hate girtin. Şeker birin Midûriyeta Polîsan a navçeyê di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Mûşê de ew hat girtin. Hate ragihandin ku Şeker wê bibin Mûşê û fikar hene ku hejmara kesên kirin nezaretê zêde bibe.

AMED/MEREŞ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.