163 caran êriş kirin
Pêncşem 11 Gulan 2023 - 15:24
Bi nêzîkbûna hilbijartinên 14`ê Gulanê yên li Tirkiyeyê re, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha Nîsanê de 163 êrişên bejahî û hewayî pêk anîn, balafirên artêşa Tirk jî 675 caran qada hewayî ya herêmê derbas kir.
Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên bi balafirên bêmirov ên biçek û çekên giran, dewam dikin. Bi nêzîkbûna hilbijartinên parlamentoyê û serokkomariyê yên Tirkiyeyê re ku dê 14`ê Gulanê werin lidarxistin, ev êriş zêdetir bûne.
Bîlançoya meha Nîsanê
Li gorî ajansa ANHA’yê, bîlançoya Nîsanê ya êrişên dewleta Tirk adagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi vî rengî ne:
* Balafirên bêmirov ên biçek 643 caran li ser herêmê geriyan.
* Balafirên şer 25 caran li asîmanê herêmê firiyan.
* Helîkopterên şer 7 caran li ser herêmê geriyan.
* 5 êrişên bi balafirên keşfê yên biçek pêk hatin.
* 85 êrişên bejahî yên bi topavêjan pêk hatin.
* 51 êrişên bejahî yên bi çekên navîn pêk hatin.
* 22 êrişên bi moşekan pêk hatin.
NAVENDA NÛÇEYAN