161 kes ji Sûdanê vegerandin
Duşem 22 Gulan 2023 - 14:51
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşa yekemîn a welatiyên xwe yên li Sûdanê asê mabûn, vegerandin.
Di beşa yekemîn de 161 welatî, tevî zarok û jinan ên ji hemû herêmên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene.
Rêveberiya Xweser di 27′ê Nîsanê de ragihandibû ku wê komîteyek ji bo vegerandina xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê li Sûdanê asê maye, ava kiriye.
Endamê komîteyê Mistefa Balî li balafirgeha Qamişloyê ew welatî pêşwazî kirin.
Li gorî Mistefa Balî, hîna zêdetirî hezar welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Sûdanê asê mane û wê Rêveberiya Xweser beş bi beş wan vegerîne.
NAVENDA NÛÇEYAN