161 gund vala kirin

În 15 Adar 2024 - 01:55

  • Rojnamevan Botan Germiyanî got, PDK û dewleta Tirk li herêmê 161 gund hatine valakirine. Dewleta Tirk û PDK li dijî herêma Garê amadekariya êrişê dikin.

Dewleta tirk di 17’ê nîsana 2022’yan de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn êriş dabûn destpêkirin. Dewleta tirk niha jî di nava hewldana êrişên berfirehtir de ye. Wezîrên AKP’î yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de tên û diçin, di demên dawî de ev serdanên xwe zêdetir kirin. Bi van hevdîtinan re êrişên li ser qadên sivîlan ên li başûrê Kurdistanê jî zêde bûn. Rojnameger Botan Germiyanî ku êrişên dewleta tirk ji nêz ve dişopîne, têkildarî rewşa li herêmê ji ajansa Mezopotamyayê re axivî. 

Germiyanî, diyar kir ku tenê di nava 2 mehan de 234 êriş li ser qadên sivîlan hatine kirin û got:“Bi sala ye dewleta tirk li dijî başûrê Kurdistanê êrişên dagirkeriyê dike. Qadên sivîlan hedef tên girtin. Ji tebaxa 2015'an heta niha 154 sivîl di van êrişan de hatin qetilkirin û 220 sivîl jî birîndar bûn. Ev kes bi êrişên bombebaranê û sûîqestê hatin qetilkirin. Êrîşên dagirkeriya dewleta tirk ên ser qadên sivîlan îsal jî berdewam in. Di 2 mehên borî de 234 êriş hatin kirin. Ev êriş piranî bi balafirên bêmirov hatin kirin. Ji wan 194 jê bi balafirên şer hatin kirin. 28 caran jî herêm topbaran kir. Tenê li Silêmaniyeyê 35 caran êriş kiriye. Li Dihokê 109, li Hewlêrê 84 caran û li parêzgeha Nînova û Şengalê jî 4 caran êrişî qadên sivîlan kir.” 

PDK sûcên dewleta Tirk vedişêre

Germiyanî anî ziman ku bêhelwestiya PDK’ê ya li dijî van êrişan nîşaneya hevkariya wê ya bi dewleta tirk re ye û got:“Mixabin PDK’ê dest daniye ser hikûmeta Başûr û li gorî berjewendiyên xwe û armancên dewleta tirk birêve dibe. Tu eleqeya vê hikûmetê bi herêma Kurdistanê re nîne. Ev hîzb, îktîdarê ji bo berjewendiyên malbata xwe û dewleta tirk a dagirker bi kar tîne. Piraniya rayedarên vê hikûmetê dezgehên parastina îstîxbarata PDK'ê ne û endamên PDK'ê ne. Ev kes bi temamî ketine xizmeta dewleta tirk. Lewma bi rehetî li Başûr siyaseta qirkirinê dimeşînin. Gelek sivîl di êrişên dewleta tirk de şehîd bûn lê hikûmetê yek carê helwestek nîşan neda. Dema diaxivin jî rewa dikin û sûcên dewleta tirk vedişêrin. Her tim hinceta nîşan dide û van êrişan rewa dike.” Di berdewamê de Germiyanî bal bire ser hevdîtina rayedarên dewleta tirk ên bi PDK'ê re û got:’’Wezareta dewleta tirk herî dawî got ku di nava axa Başûr de bi rayedarên PDK'ê, berpirsê zêrewanî, rayedarên parastina îstîxbarata PDK'ê re civiyane. Her wiha leşkerên payebilind ên Iraqî tevli bûne. Planên dagirkirina başûrê Kurdistanê dikin. Tirkiye li xwe mikûr hat ku Iraq hem ji hêla leşkerî û hem jî ji hêla îstîxbaratî ve parçeyeke esasî ya dagirkeriyê ye. Rayedarên PDK'ê jî piştevaniya wan dikin. Heta li baregehên Zêrevaniyan ên PDK’ê civiyane.”

161 gund hatin valakirin 

Rojnameger Germiyanî da zanîn ku ji ber êrişan gelek gundên ser sînor hatine valakirin û got:“Niha dewleta tirk amadekariyên tevgereke berfirehtir dike. Dewleta tirk dixwaze navçeyên sînorî ji xelkê vala bike. PDK jî niha raste rast vê siyasetê dimeşîne. Dixwaze ku van deverên sînor vala bike. Heta niha di encama êrişên dewleta tirk de 161 gundên Başûr vala bûne û 602 gund jî di metirsiya valakirinê de ne. Tenê îsal sê gundên devera Amediyê vala bûne. Ew sê gund jî bi darê zorê ya PDK'ê û êrişên dewleta tirk hatin valakirin.”

Li dijî Garê amadekariyan dikin 

Germiyanî, anî ziman ku dewleta tirk niha ji bo êrişeke li dijî Garê amadekariyan dike û got:“Ev sal û nîv e liv û tevgera dewleta tirk a li ser herêma Berwariyê zêde bûye. 4 baregehên xwe li wir bi cih kirine. Yek ji wan baregehan li Zinarê Kestê, yek ji wan Malaridê û ya din Keflesor û ya din jî Newela Hirûrê ye. Lê dewleta tirk Ev baregehên xwe bi Heftanînê ve girêdane. Armanca wan ew e ku îsal careke din êrişî çiyayê Gareyê bikin. Çiyayê Garê dirêjiya wî 39 kîlometre ye û 22 kîlometre ji axa Tirkiyeyê dûr e. Di 13'ê sibata 2021'an de êrişî Gareyê kir lê pir mezin têk çû. Garê navçeyeke ku Dihok û Hewlerê, Mergesor, Amediyê û Berwarî bi hev girê dide. Ango devereke stratejîk e. Li gorî çavkaniyên herêmî, PDK raste rast bûye beşeke van êrişan. Li dijî êrişên dewleta tirk dengekî bilind û hêrseke mezin a gel heye. Lê ne di asteke mezin de ye ku ji van êrişan re bibe bersiv."

MA/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.