XALID ETÊ / ANHA / QAMIŞLO
Navendên wergirtina genim ên girêdayî Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di mewsima borî de zêdetirî milyonek û 9 hezar ton genim wergirt; jê 118 hezar ton ên zeviyên Saziya Pirkirina Tovan yên piştgirî danê. Ew yek li gorî peyman di navbera wê saziyê û cotkaran de pêk hat. Sazî destekê dide zeviyên avî yên ku pê re peymanan îmze dike, da ku tovên baş û xwedî kalîteyeke bilind bigihîne.
Xwe ji bo sala nû re amade dikin
Li gorî şêwirmendê Saziya Giştî ya Pirkirina Tovan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mihemed Meimê, niha sazî bi rêya gelek navendên xwe li Dêrik, Qamişlo, Hesekê, Dirbêsiyê, Til Elo û navenda Kebiş li Reqayê li ser seradkirin û dezenfektekirina genim dixebitin da ku tovan ji mewsima çandiniyê ya 2023-2024′an re amade bike. Desteya Çandinî û Avdanê ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di çarçoveya plana çandiniyê de, cureyên herî baş bi buhayeke guncav belav kirin. Desteyê sala borî tov bi buhaya 2 hezar û 300 lîre li cotkaran belav kirin. Her wiha tov ji cotkaran bi buhaya 48 centan kirî. Tovên li cotkaran wê werin belavkirin, di mekanîzmeyên seradkirin û dezenfektekirinê re derbas dibin. Saziyê heta niha, di çarçoveya plana amadekirina 100 hezar ton heta Cotmehê de, 10 hezar ton û 400 ton ji tovan amade kiriye. Da ku li gorî pêdiviya mewsima çandiniya 2023-2024′an li cotkaran belav bike. Li gorî Meimî, tovên dezenfektekirî bi cureyên xwe yên hişk û nerm 16 cure ne û piranî jî li gorî navendên lêkolînên cîhanî ne: "Armanca xebata komûnal a saziyê bi Navenda Lêkolînên Zanistî ya Çandiniyê re dûrxistina cureyên nebaş, hilbijartin û gihandina cureyên bi rêya tecrûbeyên kedên herêmî ye."
Dorpêç astengiyê çêdike
Li ser zehmetiyên li pêşberî saziyê jî Mihemed Meimî wiha got: "Li kêlek nebûna piştgiriyê ji hêla navenda navneteweyî ya çandiniyê em di wergirtina tovên xwedî kalîteya bilind de astengiyan dibînin, ji wê zêdetir jî navendên seradkirin û dezenfektekirinê di 1976′an de hatin avakirin û parçeyên wê tune ne, navend û alavên nûjen tune ne, li aliyekî din jî dorpêç heye ku madeya dezenfektekirinê nayê peydakirin. Em ji hefteyekê ve bi tunebûna dermanên pêwîst re rû bi rû ne."