Li gorî daxuyaniya Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) roja Çarşemê di keştiyekê de ya li peravên Lîbyayê noqî binê avê bû, herî kêm 15 penaber xeniqîn.
Li gorî daxuyaniyê li peravên bajarê Sabratayê ku bi 70 kîlometreyî li rojavayê paytext Trablûsê ye, keştiyeke penaber tê de bûn û berê xwe li Îtalyayê bû, noqî binê avê bû.
Şefê Mîsyona Lîbyayê ya IOM'ê Federico Soda da zanîn ku li gorî texmînên wan, herî kêm 15 penaber xeniqîne. 5 penaber jî ji aliyê masîgirên li herêmê hatin rizgarkirin û ew gihandin Lîbyayê.
Soda ragihand, roja Sêşemê jî hêzên ewlekariya peravî yên Lîbyayê herî kêm 70 koçber li Derya Spî destgîr kirin û birin Lîbyayê.
Ji salên 1990'î û vir ve bi deh hezaran penaberên hewl dan xwe bigihînin Ewrûpayê li Derya Spî xeniqîn.
TRABLÛS