124 salan Berxwedana bi Kurdistanê

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 21 Nîsan 2022 - 22:03

  • Konak, nameya Celadet Alî Bedirxan sala 1933’an ji Mustafa Kemal re nivîsandibû bi bîr xist û got, Bedirxan di nameyê de gotiye, "Ava behrê bi vexwarinê naqede."

Di ser weşana rojnameya Kurdistanê re 124 sal derbas bûn ku ji aliyê Miqdad Midhet Bedirxan ve di 22'yê Nîsana 1898'an de li Qahireyê dest bi weşana xwe kir û bi giştî 31 hejmar çap bûn. Ji sala 1973'yan ve roja weşana Kurdistanê, 22'yê Nîsanê, wekî Roja Rojnamevanên Kurd tê pîrozkirin. Rojnamevanên Kurd bi boneya 22'yê Nîsanê Roja Rojnamevaniya Kurd, gotin, çapemeniya Kurd tevî astengî û êrişan jî li ser piyan e. 

Dîrokzan û rojnamevan Îsmet Konak, bi bîr xist ku Rojnameya Kurdistanê bi giştî 31 hejmar der xistine, lê heta niha hê jî 2 hejmarên wê winda ne.

Konak bi dorê behsa kovara Rojî Kurd, Hawar û yên din ên di dîroka çapemeniya Kurdî de girîng kir û got, weşangeriya Kurdî li dûrî erdnîgariya Kurdan jî dewam kiriye û behsa rojnameya "Ria Teze" ya li nav sînorên Yekîtiya Sovyetê kir.  

‘Dibin xerîbê nasnameya xwe’

Konak, anî ziman ku di dîroka Tirkiyeyê de Kurdofobiyek heye û got, "Ev kurdofobî, li cihê cih her tim xwe da der. Kurdofobî, di 1925'an de bi Biryarnameya Şerq Islahatê xwe da der. Di xala 13'an a biryarnameyê de tê gotin, 'Ên kurd, lê li ber Tirkan têkşikiyayî.' Di vê xalê de behsa Dêrsim, Amedê û bajarên din ên Kurdan tê kirin. Di xala 16'an de jî tê gotin, 'Divê axaftina bi Kurdî bê qedexekirin û demildest divê Tirkî hînî zarokên keç bê kirin.' Meta min, şagirta Siddika Avarê ye ku ji bo Tirkî bê hînkirin, ew şandibûn Dêrsimê. Siddika Avar, muhfiza dagirkeriyê ye, ji bo wê, ew şandibûn wê derê." Konak ji bo vê li ser têgeha "biyanîbûnê [silbûnê]” ya Karl Marks sekinî û got: "Bi vê re dibin xerîbê nasnameya xwe, ji nasnameya xwe sil dibin. Ev, xizmeta hîmê netewe-delwetê dike. Bi vê re bişavtin tê întegrekirin. Meta min jî yek ji van mînakan e." 

Konak got, paradîgmaya netewe-dewletê ya Tirk di salên 1940’î de dewam kiriye û bi kampanyaya “Bi Tirkî biaxive” xebatên bişavtinê dewam kirine û xala sisêyan a van xebatên bişavtinê jî di sala 1983'yan de jî qedexekirina weşanên ji xeynî Tirkî bûye. Konak, bi lêv kir ku ev yek bandorek nebaş li weşangeriya Kurdî kiriye û weşangeriya neteweyîbûnê ya bi Hawarê dest pê kiriye îro ro bi Ozgur Gundem, Yenî Ulke, Ozgur Ulke, Azadiya Welat, DÎHA, Ajansa Mezopotamyayê, JINNEWS, Xwebûn, Yenî Yaşamê û gelekên din didome. 

‘Tirk heman Tirk e’

Konak, li ser zext û zora li çapemeniya Kurd got, “Sala 1994'an rojnameya Ozgur Ulkeyê li Stenbol û Enqereyê bombe kirin. Serokwezîra wê demê Tansû Çîller fermana vê yekê dabû. Nêzî 27 kedkarên Ozgur Gundemê hatin qetilkirin. Di sala 2016'an de ev zext gihiştin asta herî jor. Ozgur Gudem, Azadiya Welat û DÎHA hatin girtin. Ev, dewama feraseta Biryarnameya Şerq Islahatê ne. Tirk heman Tirk e, tenê têla tembûrê guheriye.” 

Konak, nameya Celadet Alî Bedirxan sala 1933’an ji Mustafa Kemal re nivîsandibû bi bîr xist û got, Bedirxan di nameyê de gotiye, "Ava behrê bi vexwarinê naqede." Konak, anî ziman ku çapemeniya Kurdî xwedî keleporeke pirr bi hêz e û Roja Rojnamevanên Kurd li rojnamevanên Kurd ên girtî û yên li derve pîroz kir. 
 
Li ser şopa Apê Mûsa û Gûrbetelî Ersoz 

Nûçegihana JINNEWS'ê Bêrîtan Canozer jî got, rojnamevaniya Kurdî ji Apê Mûsa heta Gûrbetelî Ersoz, xebatên xwe di bin zext û zorê de domandiye:

"Bi êrişan û kuştinan dixwazin me bitirsînin û bitepisînin. Lê em ji dema Apê Mûsayan ve dibêjin: Rastî û heqîqet wê di tariyê de nemînin. Me bi vê dirûşmeyê da rê. Em ê her tim pênûsa Apê Mûsa û Gûrbetelî Ersozê hilgirin û nehêlin bikeve erdê." 

Bêrîtan Canozer, bal bire ser astengiyên li ser rojnamevanên Kurd û got, "Bi destê dadgehan malperên me asteng dikin." 

‘Dixwazin çapemeniya Kurd bêdeng bikin’ 

Edîtorê rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş jî got, “Ev 124 sal in em dibînin bê ka Kurd xwe û çapemeniyê çawa bi rêxistin dikin. Carnan bi Kurdî, carnan bi Tirkî, lê xizmeta civaka Kurd û azadiya gelê Kurd dikin. Gava em li zext û zorê mêze dikin, em dibînin ku zextên dewleta Tirk bêhtir li ber çava ne. Di salên 90'an de dewleta Tirk hevalên me qetil kirin. Lê piştî AKP bû desthilat, em dibînin ku zext zêdetir bûne. Berê çawa kuştin hebû, niha jî rojnamevanan digirin û heps dikin. Di ser 60'î re rojnamevanên girtî hene û bi vî awayî dixwazin çapemeniyê bêdeng bikin.”

31 hejmarên Kurdistanê

Hejmara yekê ya Rojnameya Kurdistanê, di 22’ê Nîsana 1898’an de, li peytexta Misrê Qahîreyê derçû. Miqdad Midhet Bedirxan ew hejmar û 4 hejmarên din amade kirin û weşandin. Ev rojnameya yekê ya bi zimanê Kurdî ye; xwedî û weşangerê wê jî yekem rojnamevanê Kurdî ye. 
Piştî zexta Osmaniyan li ser Misrê, rojnameya Kurdistanê ji neçarî gelek cih guherandin. Bedirxaniyan weşandina rojnameya Kurdistanê li hin welat û deverên Ewrûpayê, mîna Cenevre, London û Folkstonê domand. Hejmarên 1’ê ta 5’an li Qahîreyê, ji ya 6’an ta 9’an li bajarê Cenevre yê Swîsreyê, ji ya 20’an ta 23’yan dîsa li Qahîreyê, hejmara 24’an li Londonê, ji 25’an ta 29’an li Folkistona Başûrê Ingilîstanê û ji hejmarên 30 û 31’ê jî dîsa li Cenevreyê hatine weşandin. 
Piştî Mîdhed Bedirxan, Evdirehman Bedirxan xwe da ber barê derxistina rojnameyê, di 47 meh û 22 rojan de, li sirgûnê di rewşeke dijwar de 31 hejmar hatine weşandin. Pênc hejmarên ku Mîdhet Bedirxan diweşîne, ji bilî du daxwaznameyên di hejmarên 4 û 5’an de, hemû bi zimanê Kurdî ne. Di 13’ê Nîsana 1909‘an rojnameya “Kurdistan” ji aliyê Osmaniyan ve hate girtin.

 

MA/AMED 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.