12 ciwan hatin kuştin

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 19 Kanûn 2023 - 00:21

Li Meksîkayê êrişî şahiyek ciwanan hate kirin, di encamê de 12 ciwanan jiyana xwe ji dest dan.

Li eyaleta Guanajuato ya Meksîkayê ji aliyê komeke çekdar ve êrişî şahiyek ciwanan hate kirin, di encama êrişê de 12 ciwanan jiyana xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn. Êriş li çewlika San Jose Del Cermen a li bajarê Salvatîerra ya eyaletê çêbû. Piştî êrişê polîsan lêpirsîneke berfireh da destpêkirin.

Şaredarê Salvatîerra German Cervantes, piştî êrişî daxuyaniyek da û got:“Ez êrişê bi tundî şermezar dikim. Hêzên ewlekariyê tiştên pêwîst dikin.”

Hêjayî gotinê ye tenê îsal li Guanajuatoya ku yek ji eyaletên Meksîkayê ye, 3 hezar û 29 kes hatine kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.