12 caran çekên kîmyewî bikaranîn
Pêncşem 22 Kanûn 2022 - 00:06
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bikaranîna çekên kîmyewî didomîne û tenê di 20’ê Kanûnê de herî kêm 12 caran çekên kîmyewî û 4 caran jî bombeyên qedexekirî hatine bikaranîn.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de got; “Dewleta Tirk a faşîst ku tehemûlî navê Kurd û Kurdistanê jî nake, ji bo ku di siyaseta xwe ya qirkirinê de biserkeve, hemû rêbazên şerê qirêj xistiye meriyetê. Bi desteka teknîkî ya bêsînor a NATO’yê, artêşa Tirk a faşîst ku bi tundî bombeyên qedexe û çekên kîmyewî li dijî qadên berxwedanê yên gerîla bi kar tîne, nikare berxwedana hêzên me ya bi îrade û fedaîtiyê bişkîne. Li hemberî hemû êrîşan hêzên me bi helwesteke milîtanî ya Apoyî bi çalakiyên xurt derbê li dagirkeran dixe.
Di çalakiyên hêzên me de; 4 dagirker hatin cezakirin. Artêşa Tirk a dagirker çeperên berxwedanê yên gerîla 4 caran bi bombeyên qedexe, 12 caran bi çekên kîmyewî, 3 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obus û çekên giran bombe kiriye.
Li Zê (Zapê)
Roja 20’ê Kanûnê saet 09:20 û 16:25’an de li herêma Çemço ya tîmên me yên gerok bi çekên giran 2 caran li dagirkeran dan. Di van çalakiyan de 4 dagirker hatine cezakirin.
Di 20’ê Kanûnê de çeperên berxwedanê yên gerîla yên herêma Çemço 10 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin. Di heman demê de, dagirkeran lastîkên wesayîtan û madeyên plastîk şewitandin û dûmana jehrî ber bi çeperên berxwedanê ve şandin.
Çeperên berxwedanê yên gerîlayan ên Sîda 4 caran bi bombeyên qedexe û 2 caran jî bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.”
BEHDÎNAN