Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê doh got, "Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser qadên berxwedanê û hêzên me yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin. Di nava du rojên dawî de Herêmên Parastinê yên Medyayê 15 caran bi balafirên şer, 2 caran bi helîkopterên êrişê, 93 caran bi obus û tankan hatin bombekirin. Her wiha li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Rojhilatê Zapê bi kepçeyan êrişî çeperên me yên berxwedanê kirin. Li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê di navbera hêzên me û dagirkeran de 6 caran şer qewimî."

Li herêma Rojavayê Zê

6'ê Hezîranê saet di 07:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê dagirker ketin nava liv û tevgerê, êriş birin ser hêzên me û hêzên me jî bi çekên giran bersiv dan û pêşî li tevgera dagirkeran girtin. Heman rojê ji saet 09:50'î heta 12:30'î di navbera dagirkeran û hêzên me de 5 caran şer qewimî. Bi vî rengî tevgera dagirkeran hate rawestandin. Piştre jî Qada Berxwedanê 74 caran bi obus û tankan hate bombekirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker

6'ê Hezîranê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl qada bexwedanê ya Girê Amediyê û li Herêma Rojhilatê Zapê qada berxwedanê ya Sîdayê 19 caran bi obus û tankan hatin bombekirin.

6'ê Hezîranê li herêma Rojhilatê Zapê qada berxwedanê ya Sîdayê 2 caran bi helîkopterên şer hate bombekirin.

6 û 7'ê Hezîranê li herêma Garê Girê Sîser, Deriyê Hirçê, Gundê Sêdarê, Girê Dola Mêranê, Gundê Dêreşê 11 caran, li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl qada berxwedanê ya Girê Bahar, Girê Amediyê 3 caran, li herêma Metînayê qada Girê Çarçel carekê bi giştî 15 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Artêşa Tirk a dagirker 6'ê Hezîranê çeperên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM a li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, 7'ê Hezîranê jî li Herêma Rojhilatê Zapê çeperên me yên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê bombe kir, hewl da ku bi kepçeyan çeperan hilweşîne."

 

Aqûbeta gerîlayan nayê zanîn

HPG ji 9'ê Sibatê û vir ve di pozîsyona bêçalakîtiyê de ye. Lê belê ji ber êrişên dewleta Tirk ku zêde bûne, gelek caran şer diqewime.

Bi taybetî êrişên artêşa Tirk ên li ser tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Çemço ya li Zapê zêde bûne, lewma jî şer rû dide. Li gorî agahiyên çavkaniyên cihî, di şer de gerîla Sarîna (Gulistan Gulmez) a ku sala 1990'î li Mersînê ji dayik bûye 2'ê Hezîranê, Xabûr (Hesen Remzî) yê ku sala 1996'an li Efrînê ji dayik bûye di 3'ê Hezîranê de bi birîndarî dîl hatine girtin.

Tê gotin, bi rojan êşkence û zext li herdu gerîlayên birîndar hatiye kirin û îtirafkarî li wan hatiye ferzkirin. Ji ber ku agahî ji herdu gerîlayên dîlgirtî yên birîndar nayê wergirtin, malbatên wan bi fikar in.

Cenazeyê şehîdan hatin veşartin

Cenazeyên Mahsûn Hêşetî (Vedat Ayhan) û Zîn Amed (Dîlan Gokalp) ên ku di êrişa artêşa Tirk a dagirker a 3’ê Hezîranê de li mezrikên gundê Hemza û Antîxanê yên ser bi Taxa Bara ya navçeya Licê ya Amedê, şehîd bûbûn, ji aliyê malbatan ve hatin teşxîskirin û piştre birin Saziya Tipa Edlî (ATK) a Amedê.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mahsûm Hêşetî birin goristana gundê Hêşetê ya Xisxêra Sêrtê. Cenaze ji aliyê gelek kesan ve hat pêşwazîkirin û piştî wecîbeyên olî hate veşartin.

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Zîn Amed jî, li taxa navendî ya Bismilê, Goristana TOKÎ ya Taxa Şentepeyê, di bin dorpêça polêsên Tirk de hat veşartin.

Li aliyê din hat zanîn ku cenazeyê gerîlayekî/e din jî li Saziya Tipa Edlî ye.

NAVENDA NÛÇEYAN