11 sivîl şehîd bûn

Şemî 10 Tebax 2024 - 02:35

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî topbarana dawî ya çeteyên Şamê yên li ser rojhilatê kantona Dêrazorê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:"Hêzên rejîmê komkujiyeke din li gundên Cidêde Bagara û Dehle pêk anî. Di encama topbaranê de heta niha 11 sivîl şehîd bûn. Hêzên rejîmê piştî nîviya şeve saet di 02.30`an de, ji baregehên xwe yên li gundê El Bû Lêl ê li rojavayê çemê Firatê  bi moşekan her du gund topbaran kirin. Di encama êrişên ku welatî kirin hedef de şehîd û birîndar çêbûn.

Navên şehîdan wiha ne: Rehef Îsmaîl El Ebûd (12), Nadiye Xidir El Mihemed (18), Hind Ferhan El Ebûd (30), Aya Îsmaîl El Ebûd (8), Nadîn Silîc El Ibêd (22), Yas Yasîn El Zeer (37), Mariya Yasîn El Zeer (12), Selwa Yasir El Zeer (5), Rexed Mihemed El Zixîr (22), Şam Beşar El Zixîr (8 mehî), Îlaf Beşar El Zixîr (yek sal û nîv),  Navên birîndaran jî wiha ne: Elî Hesen El Damin (12), Melek Ebûd El Hisên (25), Sûriye El Ebûd (50), Fehid Îsmaîl El Ebûd (15), Melek Îsmaîl El Ebûd (6)

Di êrişa li ser gundê El-Dehla de ji heman malbatê 4 kes şehîd bûn. Li gorî agahiyan di êrîşan de zarokên bi navê Mariya Yasîn El-Zeer (12), Istebreq Yasîn El-Zeer (5), dayika wan Nadîn Selîc El-Ibêd (22) û bavê wan Yasir Yasîn El-Zeer (37) şehîd bûn.

Em li pişt QSD'ê ne

Rûspiyên eşîra Igêdat êrişên çeteyên rejîma Şamê yên li dijî rojhilatê kantona Dêrazorê şermezar kirin. Rûspiyan ji bo têkbirina êrişan banga piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) kir. Rûspiyê eşîra Igêdat, Seîd El Reşîd bang li eşîr û rûspiyan kir ku destekê bidin QSD'ê, aramî û ewlehiya herêmên xwe biparêzin. Her wiha bang li civata xwecih kir ku piştgiriya xwe ji hêzên leşkerî û QSD'ê re zêde bikin da ku ev êriş di dema bê de jî werin têkbirin. Rûspiyê eşîra Igêdat, Ebûd Ebulferhan jî diyar kir ku ew êriş bi navê eşîran hatin pêkanîn, lê ew ne ji herêmê ne û got:"Ew me temsîl nakin. Tiştê ku ew dikin karekî terorî ye. Eşîr û qebîleyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pişta QSD'ê ne. Em spasiya QSDˊê li ser têkbirina êrişan, pêkanîna ewlehî û îstîqrara herêmê, dikin. Em qebîleyên Ereb piştgiriya QSDˊê dikin. Gelê me êdî ji van planan hişyar e. Em nahêlin êrişkar bigihînin armancên xwe yên têkbirina vîna gelê me."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.