11 hezar 500 euro ji Azadî e.V. re

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 13 Çile 2022 - 22:18

  • "Ev awayekî madî yê piştgiriyê ye û gelekî manedar e. Ne ji bo şexsê min, lê bi maneya siyasî di warê piştgiriya bi Tevgera azadiyaê ya Kurd re, bi Kurdên ketî ber zilma dewletan re û bi şervanên YPG û YPJ´ê re. 

Akademîsyen û siyasetvan Kerem Schamberger, piştî ku dozên xwe yên li dijî meqamên Elman bi ser xistin, piştgiriya madî ya ku xelkê ji bo ku dozan bimeşîne dabûn wî û ji ber ma, da Azadî e.V. Kerem Schamberger da zanîn ku bi sedan kesî, piştgirî dayê û bi giştî 15 hezar û 190 bêş hatiye berhevkirin. Bi vê piştgiriyê Kanûna 2020´an li dadgehê biryar hat derxistin ku alayên YPG û YPJ´ê dikarin bên nîşandan.  

Piştî bidawîbûna van dozan, pêr Kerem Schamberger malavahiya wan kesan kir ku pê re piştgir bûn. Wê mîqdara di demeke kurt de berhevkirî ya piştgiriya madî jî weke serketineke li dijî siyaseta krîmînalîzekirina Kurdan nirxand û got, "Ev awayekî madî yê piştgiriyê ye û gelekî manedar e. Ne ji bo şexsê min, lê bi maneya siyasî di warê piştgiriya bi Tevgera azadiyaê ya Kurd re, bi Kurdên ketî ber zilma dewletan re û bi şervanên YPG û YPJ´ê re. 

Gava min doza piştgiriyê kir jî min dabû zanîn heger pere zêde bikin, ez ê wan weke bêş bidim Azadi e.V., fona alîkariya hiqûqî ji bo Kurdên dikevin ber taqîba siyasî ya dewleta Elman. Min bi xwe jî biryar da bêhtir mesrefên dozê ji kîsê xwe bidim da ku karibim bêhtir bêşê bidim Azadî e.V. Bi vî rengî wê teqrîben 11 hezar 500 Euro ji Azadî e.V. re biçin. Ew ê desteke madî bide hevrêyên Kurd ên ku dewleta Elman û dadgeriya wê zilmê li wan dike".

MUNCHEN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.