11 aktîvîstên jin hatin girtin

Sêşem 13 Nîsan 2021 - 02:49

Polêsên Tirk li Amedê 5’ê Nîsanê 26 jin kiribûn nezaretê; 11 ji wan hatin girtin. 

Di serdegirtinên 5’ê Nîsanê yên li dijî rêxistinên jinan de polêsên Tirk 26 jin kiribûn nezaretê. Ji wan aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zelal Bîlgîn, endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Bahar Karakaş Ûlûg û Rabîa Tekas, piştî ragirtina li midûriyeta polêsan, roja Yekşemê radestî edliyeyê hatin kirin.

Her sê jin ji aliyê Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Nobetdar ve bi îdîaya “endametiya rêxistinê” hatin girtin û ew xistin Hepsa Jinan a Amedê.

Bi vî rengî hejmara jinên di çarçoveya heman lêpirsînê de hatin girtin, bû 11.

Kesên hatine girtin ev in: Hevşaredara Çinarê Necla Tamrîş, Hevseroka DBP’ê ya Amedê Seval Gulmez, Endama Akademiya Jinê ya Amedê Fîgen Aras, Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya Meclîsên Jinê ya Sosyalîst (SKM) Satiye Ok, Leyla Akgul, Ayşen Kanûş, Nûrşen Akbal û Şehrîban Zûgûrlî.

Têkildarî Dayika Aştiyê Nezahat Teke jî cezayê hepsa li malê hate dayin. Nûçegihana Jinnewsê Bêrîtan Canozer jî di nav de, 14 jin bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.