Çemkî Netewey Dêmokratîk û Konfêdralîzmî Dêmokratîk(4)
Qazî: Ême pêş ewey ke bêyne ser çemkî bizûtnewey siyasî u bizûtnewey komelayetî pêm xoş bû lêre serincit bo meseleyek rabikêşim cenabt le mangî December-î salî 2016, salî rabirdû wabizanim le 9 û 10-î mang le pêşda le senay Feranse û duwatirîş le konfiransêk da ke zankoy Greenwich le Birîtanya le London rêkî xistibû yekêk lew kesane bûy le ser ew meseleye, le ser ew babetaney ke êsta ême qiseyan lêwe dekeyn û xeyrî cenabit xelkî dîkeş lew bareyewe be dûr û dirêjî qiseyan kird bû tenanet le kobûnewekey Feranse xelik ke le Bakûrî Kurdistan û Turkiya çalakî deken beşdarîyan kird bû û cige leweş akadêmîsyen û xelkî derewey Kurd, xelkî Urûpayîş beşdar bûn. Wek dezanî be taybetîş ew tecrubey çend sale le Rojaway Kurdistan û be me'nayekî dîkeş le Bakûrî Sûriya û ew pêşweçûnaney ke lewê heye be şêweyekî giştî hem çep le Urûpa û le dinya detuwanîn bilêyn û be taybetîş xoragrî Kobanî û sûr bûn le ser dawa û heq ke dîwmane le Rojaway Kurdistan kirawe û her weha le Bakûrî Kurdistanîş. Zanînî ewey ke zemîney fikrî ew îdeye le hizrî berêz Ocalanewe serçawe degrê tesewrêkî awaş heye ke ew meseleye zor car debestinewe be bîrmendêkî Emrîkayî be reçelek rûs ke ême lem bernameyeş da legel hawjînî, legel kesêkî ke be salan karî legel kirdûwe berêz Biehl, Janêt bîl çawpêkewtinman hebûwe ke ewîş zor nasyawî heye le ser hereketî Kurd hem le Bakûrî Kurdistan û hem le Rojaway Kurdistan. Belam lêre da be leberçawgirtinî ewey ke dezanîn le seretay em mange da meşî gewre saz dekrê xelik le şwênî cor be corewe ko debnewe bo ewey ke protêst biken be dijî ew wez'ey ke berêz Ocalanî têdaye le zîndan û daway azadî destbecêy deken, pêt wa nîye lew konfiransane da hêndêk heqî berêz Ocalan dexurê; yanî ewe duruste ke aşnayî û kelkwergirtin le îdekanî bîrmendêkî wek Murray Bookchin bûwe, belam tenanet xanimî Biehlîş bo xoy ewey bas dekird ke Bookchin taze nasyawî peyda kird bû legel bîrekanî Ocalan.
Sîvan Se'îd: Min zorim pê xoş bû berêzt ewet hêna gorê. Demewê dû nuxte bas bikem lem babetewe yekemyan qise leser ewey ke ta kwê berêz Ocalan îstîfadey kirdûwe le fikrî berêz Murray Bookchin ke ewe zor asayiye û zor başe. Û Ocalan le yekêk le kitêbekanî da ke kitêbî pêş duwahemîn kitêbêtî, bibûre ke min be kitêbî meznyan naw debem hewt kitêbin. Le kitêbî çuwarem û pêncemyan da elê xozge min zûtir hem Wallenstein û hem Bookchim binasyaye bo ewey baştir emaney ke heme biyanlêm. Yanî be şanazîyewe eger şitêkî wergirtibê lew wek îzafeyek werîgirtûwe, çunke pêş ewanîş çendîn zanay tir hen ke Ocalan karekanî xwêndûnetewe û îstîfadey lê kirdûn û rexney kirdûn we wekû 'erzim kirdî şitêkî tazey negutûwe ew belam rêkî xistûwe. Yanî nehatûwe dêmokrasî bixulqênê û nehatûwe konfêdralîsm bixulqênê; emane hebûn le tarîx da ew hênawyetî rêkî xistûwe û kirdûye be modêlêkî altirnatîv bo ewey ke êsta heye û nuxtey dûhemîş eweye ke heq xwardinî berêz Ocalan lembareyewe rebtî be dû nuxtewe heye ke yekemyan eweye ke hêşta baş nenasrawe û nexwêndrawetewe be çakî, mixabin hêşta kitêbekanî çuwaryan kirawin be Inglîzî ekrê bilêm siyanyan le gewrekan, duwayî çend bûklêtêk kirawin be Inglîzî, yanî mirov natuwanê hemûyan be Turkî bixwênêtewe, be taybetî ewaney ke şiûnî Turkî û xelkî Kurdistan etuwanin Turkî bixwênnewe hendêkyan, yanî kemayesîyeke xetay ewaneye ke dilsozî berêz Ocalanin, ke kitêbekanyan terceme nekirdûwe hêşta û duwemîş eweye ke bew asanîye nakrê kesêk ke modêlêkî alltirnatîv bixate berewe xêra eprûvêkî akadêmî bo bikrê û xelik bilê tewaw û raste, pêwîstî be îmtîhan kirdnêkî dirêj heye û êste le halî îmtîhan daye û min xeberim heye ke çendîn profêsor û mamostay zanko ke xwêndewarin lew babete da, profêsor û pisporin lew babete da xerîkî ewen û sersamin bewey ke bizanin ke ew îşe çon bûwe û çon kirawe. Belam hêşta zûwe bo ewe.
Qazî: Tikaye be kurtî basî konfiransekanîş bike!
Sîvan Se'îd: Konfiransekan, ewey yekemyan ke le senay Feranse kira, ziyatir hezêkî ew partîye siyasîyane bû ke le parliman dan çunke dû partî siyasîyan be taybetî çepekan le nêw panêlekanda beşdar bûn û ewan hezyan dekrid hem fêr bibin ewey ke konfêdralîzmî dêmokratîk çîye û ew tecrubeyey ke êsta le Rojaway Kurdistan heye çîye û hem ewan îzafey xoyan biken û qise leser ewe biken aya em modêle egerî îstfade lê kirdnî heye le dereweş? Be rastî çunke konfêdralîzmî dêmokratîk be birway min yekêk le nuxtekanî eweye ke deconstruction deka bo dewletî netewe. Dewletî neteweş serçawekey û xeyalî ewelî le Feransaye, leber ewe Feranseyiyekan hem akadêmîyekanyan û hem siyasîyekanyan xoşhalin lewey ke bizanin eme çîye aya şitêkî wehaye ke zererî heye bo ême yan eger modêlêkî baştire kê delê rojêk tebenî naken. Leber ewe be şewqî ziyatrewe temaşay em meseleye deken û ewey le Londonîş bû be rastî ewe corêk bû le girdbûnewey akadêmîsyenan, nizîkey bîst paper terh kira, ziyatir le ser Rojaway Kurdistan bû û ewey le piratîka emro deguzerêt û ew wananey ême le derewey Rojaway Kurdistan da ême wekû Rojaway dinya, xerb lêy fêr debîn çîye? Aya modêlêkî tazeye, aya qiseyeke. Min emewê eme be dêrêk bilêm ke em şitane hemû le jêr îmtîhan dan hêşta nazanîn aya tecrubeke mehkûme bewey bituwanrêt le alîyekî têorîyewe îstîfadeyekî hebê bo derewe û le alî piratîkîş da lewê çi serkewtinêk be dest dênê û ta çende eweye ke ême bituwanîn fê'len pêy bilêyn altirnatîv êste lew îmtîhane daye ke hêşta be tewawî tewaw nebûwe.
Qazî: Ême dû babetî pêwendîdarîşman mawe wa bizanim nizîkey pazde deqîqeman wext mawe dawa dekem eger bikrê wilamekan lew maweye da beş bikey. Meselekeş çemkî bizûtnewey siyasî û bizûtnewey komelayetî ye. Lew salaney duwayî da çendêk lew kesaney ke be têorî siyasîyewe xerîk debin bew netîceye geyiştûn û delên razî têk neşkanî bizûtnewey Kurd le Bakûrî Kurdistan û be taybetî Partî Kirêkaranî Kurdistan sereray ewey le beranber rêjîmêkî zor dedmenîş û na însanî da xebat deka û be taybetî le mawey yek sal û nîwî rabirdû da hemû dinya û 'alem lew meseleye agadar bûwe, delên ew razî neşkane eweye ke le çuwar çêwey hîzbêkî, partîyekî siyasî hatûwete derê û bûwe be hereketêkî komelayetî, hereketêkî civakî û hoy manewekeşî bewe debestinewe û debêjn eger hereketêkî siyasî bû be hereketêkî komelayetî serkutkirdinî zor zor zehmete. Berêzt boçûnit le ser ew meseleye çîye yek, dû lew kitêbeş da ke le ser Bakûrî Kurdistan nûsîwte eger le bîrt bê le bernameyekî Rawêj da basman le ser kird, lewêda basî ew têorîzananet kirdûwe ke basî ciyawazî bizûtnewey siyasî û bizûtnewey komelayetî deken be taybetî komelnasî Feranseyî Allen Torin. Eger dekrê hêndêk ewe şî bikeyewe dîsan le ruwangey têorîyewe.
Sîvan Se'îd: Wekû ewaney cenabit fermût hemû ewaneye ke le piratîk daye leber ewe min dûbarey nakemewe, belam le rûy têowrîyewe hereketî îctîma'î be sê merhele da erwa. Ta egate hereketî îctîma'î, her cunbuşêk, her narezayiyek ke durust debêt, le narezayiyekî piçûkewe ke durust debêt le pêşda carî waye ebê be komelêk narezayî derbirînî biçûk le jêr lêwewe eylêt, le rewşî rastî narazîye duwaye gewre debê ebê be pirotêstêk, duwaye gewre debê ebê be organîzşinêk ya partîyekî siyasî hendêk car, yan eger ew hoyaney ke bedesteweyetî, ew kerestaney ke be desteweyetî bo ewey ke em narezayetîye gewre bibin û bikrên be şitêkî fire rehend ew kate ebê be hereketêkî komelayetî. Le Bakûrî Kurdistan le denge dengêkî pçûkewe, le komelêk xwêndkarewe em herekete bû be hereketêkî siyasî û tuwanî çalnicêk bika, tehedîyek bikat û duwayî bû be hereketêkî îctîma'î ewey ke êsta cenabit deylêy. Eme Allen Torin em base deka belam le hemûy muhîmtir eweye ke Manuel Castells ziyatir eme şirove dekat ke feylesûfêkî Êspanyayî ye, delêt detuwanim be tenya yek ciyawazî ke kêşî eweman edatê ke ême têbgeyn lem dû core herekete, hereketî siyasî û îcîtma'î em tenya ciyawazîye detuwanê ême têbgeyênê ke em dû şite dû şitî ciyawazin û hendêk car le têorî da têkel ebnewe belam le esil da dû şitî ciyawazin ewîş eweye hereketî siyasî eyewê dewlet bigrête dest, eyewê qudretmend bibê, eyewê birwa dewletêk bigrête dest, deselat bedestewe bigrê. Belam, hereketî îctîma'î deyewê nirxî komelayetî xelik bigorê û xelik wişyar bkatewe lewey xoyan çîyan dewê duwayî xoyan qerarî xoyan deden çîyan dewêt.
Dirêjey heye…
parvê bike
Nivîsên Hesen QAZÎ
10 wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (249)
30 teşrînê
10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (248)
23 teşrînê
10 wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (247)
16 teşrînê
10 wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (245)
2 teşrînê
10 wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (243)
19 cotmeh