- Salvegera 10’an a Şoreşa Rojava li gelek bajarên Elmnaya, Swîsre û Awusturyayê hat pîrozkirin.
Salvegera 10’an a Şoreşa Rojava li gelek bajarên Elmnaya, Swîsre û Awusturyayê hat pîrozkirin.
HAMBURG: Li bajarê Elmanyayê Hamburgê nûnera PYD'ê Zozan Dêrik got, şoreşa li Rojava ne tenê ya gelê Kurd e, keda hevpar a mirovahiya pêşverû ye. Zozan Dêrik bi bîr xist ku di şoreşê de 12 hezar mirov şehîd bûn, 18 hezar jî birîndar bûn û destnîşan kir ku parastin û bipêşvebirina şoreşê erka welatparêziyê ya Kurdistaniyan e. Aktîvîsta mafên mirovan a Elman, nivîskar Anja Flach jî bal bire ser gefên rejîma Erdogan ên li ser şoreşa Rojava û xwest dewletên Ewrûpayê alîkariya ji bo dewleta Tirk rawestînin.
NURNBERG: Li bajarê Elmanyayê Nurnbergê li meydana Vîlla Leon pîrozbahî hebû. Posterên pêşengên şoreşa Rojava, alên PYD, YPG û YPJ'ê hatin daliqandin. Bi sedan kes tevlî pîrozbahiyê bûn û dirûşmên "Bijî Şoreşa Rojava", "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn. Seyda Perînçek û Şerîf Omerî jî derketin ser dikê.
FRANKFURT: Li bajarê Elmanyayê Frankfûrtê, Kurd û înternasyonalîst, ji bo xwedî derketina li Şoreşa Rojava, parastin û vejandina wê, di salvegera 10’an a şoreşê de hatin ba hev. Şahî bi dirûşma “Di salvegera 10’an de demokrasî, azadiya jinan, ekolojî” hat lidarxistin. Women Defend Rojava, RiseUp4Rojava, Meclîsa Jinan a Amarayê, Meclîsa Civaka Kurd a Frankfurtê, Stadtfreundschaft Frankfurt-Kobane e.V, YXK û JXK’ê ve hat lidarxistin. Aktîvîstan bal bire ser gefên dewleta Tirk li Rojava dixwe û bang kirin da ku xwedî li şoreşê bê derketin.
Piştre şahî, bi bernameya muzîkê ya Koma Hezexê dewam kir.
GOTTINGEN: Li bajarê Gottîngenê li meydana Ganseliselê şahiya salvegera 10´an a Şoreşa Rojava hebû. Gelek kes tevlî çalakiyê bûn û li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji hêzên navneteweyî xwestin ku qada hewayî li êrişan bigirin.
Şahî bi gotina dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” bi dawî bû.
ZURICH: Komîteya Rojava ya Zuruchê, Civaka Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S), Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S), Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Tevgera Ciwanên Kurd ên Şoreşger (TCŞ) û Têko-Jinê ji bo pîrozkirina salvegera 10’an a Şoreşa Rojava û şehîdên şoreşê merasîmek li dar xist. Li Halvetîaplatzê Komîteya Rojava ya Zurichê got: “Em înternasyonalîst sînorên dewletan nakin xem. Rizgarbûna mirovên li wê derê ji her tiştî giringtir e. Em bang dikin da ku her kes Rojava biparêze.” Piştî axaftinan hunermend Berfîn Demîr û Sercan Kobanê derketin ser dikê. Pîrozbahiyê bi gerandina govendê li ber stranên hunermendên TEV-ÇAND a Swîsreyê dewam kir.
VIYANA: Li paytexta Awusturyayê Viyanayê bi sedan dostên Kurd û înternasyonalîst saet li Meydana Christian Broda civiyan û ber bi Heldenplatzê ve meşiyan. Di meşê de bê navber dirûşmeyên “Bijî Şoreşa Rojava”, “Bijî YPG”,
“Bijî YPJ” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Li Heldenplatzê salvegera Şoreşa Rojava bi gerandina govendê hat pîrozkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN