10 melayên Kurd girtine

Pêncşem 16 Sibat 2023 - 01:35

Serhildana ‘Jin jiyan azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, 153 roj li pey xwe hiştin.

Li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê pêngava hêzên rejîma Îranê ya biserdegirtina malan, binçavkirin û girtina xwepêşanderan dewam kir. Ev yek di demeke wiha de ye ku bi biryara Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamneyî ya lêborînê, rojane xwepêşanderên girtî têne berdan.

Melayê mizgefta gundê Marexan a bajarê Serdeştê, Fethula Rostemî, di dema ku refaqetiya karwanê alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê yên bajarê Xoyê dikir, li xala kontrolê ya bajarê Urmiye ji aliyê hêzên rejîmê ve hat binçavkirin û ber bi cihekî nediyar ve hate birin. Ji destpêka xwepêşandanên Serhildana ‘Jin jiyan azadî’ heta niha, 27 melayên Kurd bi îdîaya piştgiriya xwepêşanderan vexwendine dadgehê û ji wan herî kêm 10 mela hatine girtin.

Li bajarê Îlam ê Rojhilatê Kurdistanê xwepêşdandera girtî Arîn Kuxayî ji ber çaresernekirina dosyeya wê, bi dirûna lêvên xwe dest bi grevê kir.

Li bajarê Mehabadê bi tevlîbûna malbat û hêjmarek aktîvîstan, merasîma rojbûna xwepêşanderê di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dayî, Zanyar Ebubekirî hat lidarxistin. 

 

Komplo hate şermezarkirin

Bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, çalakiyên cuda hatin lidarxistin û Komplo û tecrîd hatin şermezarkirin. Ciwanên Apoyî li bajarê Bane û Jinên Apoyî li bajarê Sine Komplo û tecrîdkirina beramberî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

 

17’ê Sibatê xwepêşandanên giştî

Li ser asta Îranê jî nerazîbûnên li dijî desthilatê bi awayên cuda bi taybetî  bi nivîsîn û hilawistina dirûşmeyan li cihên giştî û li ser banên malan dewam kirin. Wekî din aktvîstan bang li xelkê kir da ku xwepêşandan û çalakiyên giştî di 17’ê Sibatê de bên lidarxistin. 17´ê Sibatê çilê mirina xwepêşander Mihemed Mehdî Kerîmî û Mihemed Hisên e. Dewleta Îranê herdu xwepêşander bi dar ve kiribûn. Di çarçoveya bangawaziyê de li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê belavok hatin belavkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.