1'ê Gulanê karker û Kurd bi hev re bûn
Duşem 2 Gulan 2022 - 22:18
- Li bajarê Kanadayê Torontoyê, Kurd û kedkar di pîrozbahiya 1'ê Gulanê de bi hev re bûn.
Li bajarê Kanadayê Torontoyê, Kurd û kedkar di pîrozbahiya 1'ê Gulanê de bi hev re bûn.
Li ser banga Federasyona Karkeran a Ontarioyê, endamên gelek sendîkayên Kanadayî, kedkarên tenduristiyê, aktîvîstên avhewayê, xwendekar, komele û Kurd li Torontoyê di 1'ê Gulanê de civiyan.
Kurd jî li ser banga Meclîsa Kurd a Demokratîk a Torontoyê tevlî çalakiyê bûn û wan êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin.
Kurdan bi afîş û dirûşman bal bire ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li dijî Kurdistanê û komkujiyên bi çekên kîmyewî.
ANF/TORONTO