• Fortner: Dayika me xweza ye û ew hunermenda herî baş a dinyayê ye. Bi  saya hunerî Gyotaku em bi xwezayê re dibin yek û ji bo vê derfeta ku dide me, divê em xwedî derkevin li xwezayê û li tiştên ku ji xwezayê tên.

Çîrokên masîgiran bi nav û deng in, ew gava diçin masiyan, rastî gelek bûyeran tên, van bûyeran dikin çîrok û behsa serpêhatiyên xwe dikin. Masîgir gelek caran pesnê xwe jî didin û bûyereke piçûk dixemilînin. Bêhtir pesnê masiyên ku girtine û nekarîne bigirin, didin. Carinan ji ber ku nikarin masiyên ji destê wan filitêne, îsbat bikin, gelek kes wan wek derewker jî dibînin.  

Xasma jî gotina masîgiran ya “Min masiyek pirr mezin dît lê ji destê min filtî.” gotineke navdar e ku li her devera dinyayê mirov dikare bi rehetî ji devê masîgiran bibîhize. Sermeselê, li Teksasê di pêşbirkekê de heger masîgir derbarê mezinbûn û cûreyên masîyan de derewan bikin, ew tên cezakirin.

Herçî Japonî ne, ji mêj e wan ev pirsgirêk çareser kiriye. Di sedsala 19’an de li Japonyayê ji bo kes nikaribe masîgiran li derewê biqelibîne, rêbazek hatiye dîtin. Û ev rêbaza wan piştî demekê bûye şêweyekî hunerî û gelek hunermendan jî wisa hunerê xwe çêkiriye. Şêweyê “Gyotaku” (Xerxitandina Masiyan) ya Japoniyan, ku wek rêûresmeke kevn a çapkirina wêneyên masiyan ya li ser kaxizê tê zanîn. Îro jî li gelek deverên dinyayê hunermend vî şêwazî bi kar tînin.

Xerxitandina masî li ser kaxizê

Di dema împaretoriyê de ji bo mezinbûn û piçûkbûna masiyan bipîvin, masîgirên Japonî masiyên ku digirtin, qeyd dikirin. Qeydkirina wan jî ne bi nivîsê bû lê bi xêzkirina wêneyan bû. Gava wan ew masî digirtin, ew li ser kaxizan dixerxitandin û bi hibra li ser çermê masiyan wêneyên balkêş derdiketin holê. Bi vî awayî dirêjbûn, stûrbûn, biçûkbûn, mezinbûn û taybetmendiyên wan kişf dikirin. Yanî wan masiyên rastîn ji bo vî karî bi kar dianîn û ji bo dewsa wan diyar bibe, bi têdana masiyan ya li ser kaxizê ev kar dikirin. Piştî ku karên wan bi masiyan diqediya, heger ruh di masiyan de mabe, ew berdidan lê heger masî bê ruh bûya jî ew li sûka masiyan difirotin.

Gyotaku dibe formeke hunerî

Çapên li ser kaxizê yên karê Gyotaku di destpêkê de her çiqas prîmîtîf be jî her ku çû masîgirên Japonî ev rêbaz bi pêş ve birin, heya ku êdî wek şêweyekî hunerî hat qebûlkirin. Serê pêşî hin hûrgiliyên masiyan baş diyar nedibûn, mînak çav û ser pişta wan. Lê masîgiran bi demê re ew jî xêz kirin û wêneyên serketî yên bê qisûr derxistin holê. 

Ev hibra ku wan li ser çermê masiyan ji bo wêneyan bi kar dianî, her wiha ji bo nivîsê jî bi kêrî wan dihat. Hibra li ser masiyan zirar nedida mirovan û bikaranîna wê hâsan bû. Ji ber van sedeman, mirovan ji vî karî hez kir. 

Ev huner bêhtir bala kesên ku li ber perê okyanûs û behran, dikişîne ser xwe. Heather Fortner û Derek Wada du hunermend in ku ji zaroktiyê ve diçin behrê û gelek cûre masî nas dikin. Piştî demekê jî bala wan çûye ser hunera Gyotaku û berhemên hunerî yên masiyan çêkirine. 

Masiyên hunerê xwe vedişêre

Heather Fortner beriya dest bi hunerê Gyotaku bike, wî karê bazirganiya masiyan dikir û di keştiyeke Bazirganiyê ya Emerîkî de kaptan bû. Fortner dibêje, “Min her tim ji okyanûsan û ji her tişta ji okyanûsê hez kir.” Fortner bêhtir masiyên mirî yên li peravên behrê ji bo karên xwe bi kar tîne. Heya jê tê ew ji masiyan sûd werdigire û masiyekî sê çar caran bi kar tîne. Piştî ku karê wê bi masiyan diqede, ew masiyan binax dike û wek gubre bi kar tîne. Fortner dibêje, “Bi vî awayî ez hewl didim ku pêşî li girtina masiyan jî bigirim, ji lewre ji ber ku zêde tên girtin, masî jî roj bi roj kêm dibin û tine dibin. Her wiha ji bo mirov tiştekî biafirîne jî divê mirov baldar be û nehêle tiştek pûç biçe ango li gor pêdiviya xwe bi kar bîne.”

Fortner dibêje, “Dayika me xweza ye û ew hunermenda herî baş a dinyayê ye. Bi  saya hunerî Gyotaku em bi xwezayê re dibin yek û ji bo vê derfeta ku dide me, divê em xwedî derkevin li xwezayê û li tiştên ku ji xwezayê tên.”

Ji bo zarokan perwerdehî ye

Li hin deveran hunerê Gyotaku ji bo perwerdeya zarokan jî tê bikaranîn. Carinan zarok bi rêya hunerê Gyotaku hêsantir fêrî huner dibin û Gyotaku bandoreke baş li zarokan dike. Fortner ji bo vê yekê dibêje, “Hunerê Gyotaku zarokan bi biyolojî, huner û masiyan dide naskirin. Heger zarokek nikaribe wêneyekî çêke jî, îhtimal heye ku ew bi hibra li ser masî li ser kaxizê hin tiştan çêke ango bi dewisandina masî li ser kaxizê, fêrî çêkirina wêneyan bibe. Ev yek ji bo zarokan ne karekî ewqas zehmet e.”

Divê çavekî baş û çê hebe

Hunermendekî din yê ku bi vî karî emel dike, Derek Wada ye. Hêleke Wada Japonî û hêleke wî jî Emerîkayî ye. Wada li Hawaîiyê mezin bûye û gava piçûk bûye malbata wî ew hînî girtina masiyan kiriye. Ji ber ku ew nêzî masiyan û behrê ye, ew ji hunerê Gyotaku pirr hez dike. Ev demeke dirêj e bi vî karî re mijûl e. Wada ji bo wêneyekî baş çêke ew rojeke xwe dide vî karî û dibêje, “Karekî zehmet e, ji ber ku tiştekî 3 rehendên wê hene, em dadixînin 2 rehendan ev jî bi xwe re zehmetiyan çêdike. Divê bi çapê ango dewisandina masiyan ya li ser kaxizê hûn vî karî bikin û silûetê masî derxin holê. Ciyên ku kêmasî man jî mirov dikare bi hibra wan dîsa temam bike, wêneyên masî temam bike.”

Wada dibêje ji bo vî karî baldarî pêwîst e û wiha pê de diçe, “Heger mirov baldar bin, dikarin çapeke baş derbixin, lê heger çavekî we yê baş û çê tinebe, dibe ku hûn masî jî û kaxizê jî edim bikin!” 

NAVENDA NÛÇEYAN