Kampanyaya Tirkiyeyê Boykot bike (Boycott Turkey) ya li Ingilîstanê, kampanyaya xwe dewam dike. Autonomous Design Groupê ji bo kampanyayê afîşên nû hazir kirin. Mirovên dixwazin destekê bidin kampanyayê dikarin van afîşan di mezinahiya A2 de bikirin jî. Kampanya niha bi vê afîşê dibêje, welatê herî zêde lê rojnamevan û siyasetvan girtî û niha hewl dide endamên HDP'ê yên mayî jî bixe hepsê. Autonomous Design Groupê li ser afîşê rojeke bi xetên rajhilatê Asyayê xêz kiriye û li binê jî nivîsiye, "Tûrîstino di hepsên Tirkan de tavik nîne!" Bi vê yekê bang li Ingilîzan dike da ku weke tûrîst neçin Tirkiyeyê. Temamê dahata ji afîşê jî wê ji kampanyayê re biçe.
LONDON