- Xelkê Hesekê hevkariya dewleta Tirk û PDK'ê û bêbextiya bi Bexdayê re li engalê tê kirin rûre kir.
Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê, bi xwepêşandanekê peymanên li dijî çarenûsa Şengalê şermezar kirin û ji civaka navneteweyî xwestin ku bi erka xwe ya exlaqî ji bo gelê Şengalê rabe.
Ji bo şermezarkirina peymanên di navbera hikûmeta Iraqê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de yên li ser çarenûsa gelê Şengalê, bi hezaran ji xelkê Hesekê daketin meydanê.
Xelk li pêşiya Şaredariya Gel a taxa Xiwêran a bajarê Hesekê kom bû û ji wir dest bi meşê kir.
Xwepêşander ber bi Stada Beledî ve çûn, pankartên "Ji şerê birakujiyê re na… dem dema yekitiya neteweyî ye", "Peymanên ku ne li gorî vîna gel in, nayên qebûlkirin" hilgirtin.
Projeya Ixwanî ya dewleta Tirk
Li ber Stada Beledî meş veguherî mîtîngê. Hevseroka Meclîsa Kantona Hesekê, Semer Abdullah li vir axivî û got, “Di van rewşên hestiyar û metirsîdar ên li herêmên me de bi taybetî gef tê xwarin li Şengalê, bi komployên qirêj ên xwedî armancên siyasî yên berfirehkirinê."
Semer Abdullah anî ziman ku ev peyman ku hêzên derve û bi taybetî dewleta Tirk pê dest werdidin herêmê, hewl tê dayîn ku li herêmê projeya Îxwanî pêk bê anîn. Semer Abdullah diyar kir ku ev peyman qirkirineke nû li dijî vîna gelê Şengalê ye.
ANHA/HESEKE