Tenê bi berxwedanê dewleta Tirk wê bişike
În 10 Hezîran 2022 - 21:27
- Li hemberî gefên dewleta Tirk a dagirker, xelkê navçeya Til Rifetê dibêje, ji bilî berxwedanê ti rêyên din ji bo têkbirina pîlanên Tirkiyê nînin.
Li hemberî gefên dewleta Tirk a dagirker, xelkê navçeya Til Rifetê dibêje, ji bilî berxwedanê ti rêyên din ji bo têkbirina pîlanên Tirkiyê nînin.
Li gel gefên pêkanîna dagirkirineke nû li Sûriyê, artêşa Tirk a dagirker hêzên xwe li derdora Til Rifet, Minbic, heta gundewarê Babê û yên başûrê Efrînê yên dagirirî zêde dike.
Heman demê êrişên xwe li ser cihên sivîlan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi çekên giran û balafirên bi çek ên bê mirov didomîne.
Xelkê navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê, dibêje ew bi berxwedanê ve girêdayî ne û ew ê dev ji bajarê xwe bernedin.
Bedirxan Kilota dibêje, ruxmî tevahiya hewldan û gefaxwarinan jî ew ji malên xwe dernakevin. Kilota da zanîn ku ew ê li hember êrişan bisekinin û got, rêya yekane ya têkbirina êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, ew e ku li gorî rêgezên şerê gel ê şoreşgerî milet xwe bi rêxistin bike.
Fatime Mihemed jî got, xelkê Til Rifetê li hemberî topbarana rojane li ber xwe dide. Wê her wiha got, dewleta Tirk a dagirker şerekî çapemeniyê li dijî herêmê dimeşîne, ji bo ku vîna xelkê bişikîne, lê belê berxwedana gel heta bidestxistina azadiyê wê dewam bike.
ANHA/ŞEHBA