- Xwendekara Kurdî Rojîn: Min digot qey di sinifê de em ê 10 kes bin, lê niha em 25 kes in. Ji ber wê hejmara kursan bû didu. Ez pirr kêfxweş jî bûm.
VEYSÎ IŞIK
WUPPERTAL
Li bajarê Elmanyayê Wuppertalê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) dersên Kurdî û Elmanî dide. Ders ji ber şertên pandemiyê niha online tên dayîn û şaredarî jî di warê madî de destekê dide dersan. Tişta cihê kêfxweşiyê ew e ku sinifeke tenê têra kursa Kurdî nekir û niha bi du sinifan dersa Kurdî dewam dike.
Komîsyona karê derve ya NCDK a Wuppertalê, ji bo dersên bi Kurdî bide û her wiha ji bo kesên bi Elmanî nizanin li komeleya xwe fêrî Elmanî bibin, projeya fêrkirina her du zimanan da destpêkirin. NCDK dersan ji 28´ê Adarê ve dide û Beşê Întegrasyonê yê Şaredariya Wuppertalê destekkirina projeyê qebûl kiriye.
Hevseroka NCDK a Wuppertalê û mamosteya Elmanî Medya Rosan dibêje, "Van salên dawiyê xelkê me xwest dersên Kurdî û Elmanî bên organîzekirin û me jî ev projeya kursên Kurdî û Elmanî amade kir."
Şaredarî jî şirîk e
Rosan bi bîr xist ku berê jî li komleya xwe wan kursên Kurdî û Elmanî dane, lê ev cara pêşî ye ku şaredarî jî destekê dide: "Me di çarçoveya projeya întegrasyonê de projeya xwe da şaredariyê. Piştî ku lê nihêrîn, wan proje erê kir. Lazimiyên madî yên ji bo projeyê, şaredarî dide."
Ji ber pandemiyê, halê hazir ders online tên dayîn, lê gava ku rewş destûrê bide, ew ê dest bi dersên li sinifan bikin.
Kurdî ji Elmanî bêhtir e
Di çarçoveya projeyê de li NCDK´yê du kursên ji bo Kurdî hene û yek kursa ji bo Elmanî heye. Medya Rosan dibêje, "Em kursên Kurdî ji bo mezinan û zarokan plan dikin. Halê hazir kursên ji bo mezinan dest pê kirine." Ders rojên yekşemê tên dayîn.
Medya Rosan wiha dewam dike: "Ji bo beşê diduyê yê projeyê em amadekariyên xwe dikin. Em bang li welatiyên xwe dikin da ku tevlî van kursan bibin." Ji bo zarokan dersa Kurdî wê di dema betlaneya dibistanê de dest pê bike.
Cihê serbilindiyê ye
Îlyas Îsen dersên Kurdî dide. Ew dibêje, halê hazir daxwazeke zêde heye û wiha dipeyive: "Ji bo min cihê serbilindiyê ye ku dersa Kurdî ya bi plansaziya Înstîtuya Kurdî NCDK a Wuppertalê dest pê kir, ez didim. Ev kursên ziman nîşan didin ku mirov bixwaze fêr bibe, dikare îmkanan çêke."
Pirraniya beşdarên dersa Kurdî jin in. Mamoste Îlyas Îsen ji ber hewasa xwendekaran kêfxweş e: "Elaqeya beşdaran, hewasa wan a hînbûnê ji bo her du aliyan jî hêzek e. Min motîve dike. Li gelek eyaletên Elmanyayê dersên Kurdî mirov dikare li dibistanan hilbijêre. Bila malbat beriya dereng be zarokên xwe li van dersan qeyd bikin."
Em bi Kurdî bixwînin
Ji xwendekarên kursa Kurdî Rojîn jî dibêje, "Di sinifê de asta Kurdî ya beşdaran ne weke hev e. Ez dikarim bipeyivim, lê nikarim binivîsim. Hin hevalên me ne dikarin bipeyivin û ne jî binivîsin. Min digot qey di sinifê de em ê 10 kes bin, lê niha em 25 kes in. Ji ber wê hejmara kursan bû didu. Ez pirr kêfxweş jî bûm. Kurdî divê ne tenê zimanê axaftinê be, divê yê xwendinê û nivîsê be jî. Bila herkes bi Kurdî bixwîne û binivîse."