Polêsan doh avêtin ser mala Seroka Konseya Navendî ya TTB'ê Şebnem Korûr Fîncanci û ew binçav kirin. Fîncanci ji ber daxuyaniya xwe ya têkildarî êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî bûbû hedefa Erdogan û aliyên nijadperest.
Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) li ser Twitterê daxuyaniyek da û got, "Seroka TTB'ê û Endama Desteya Rêveberiyê ya Weqfa me Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci bi rengekî ku nayê qebûlkirin hate binçavkirin. Divê tavilê bê berdan."
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê her wiha ji dadgehê xwest ku dawî li wezîfeya Fîncanci ya Serokatiya Konseya Navendî ya TTB'ê bê anîn û serokê nû hilbijêre.
TTB: Divê tavilê bê berdan
Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîban a Tirk (TTB) nerazîbûn nîşanî binçavkirina Seroka Konseyê Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci da.
TTB'ê têkildarî binçavkirina Seroka Konseya TTB'ê Dr. Şebnem Korûr Fîncanci daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, "Ne zemîna binçavkirinê ne jî ya lêpirsînê heye. Ti tiştên ku xoceya me aniye ser ziman sûc nîne. TTB di çarçoveya azadiya fikir û îfadeyê de li rexneyên têkildarî nîqaşa navborî guhdarî dike û dinirxîne. Lê belê ev rewş nayê wê wateyê ku em ê lînca siyasî û bêhiqûqiya li hemberî Seroka Konseya Navendî ya TTB'ê Dr. Şebnem Korûr Fîncanci qebûl bikin. Em dixwazin ku îfedaya Dr. Şebnem Korûr Fîncanci bê wergirtin û tavilê bê berdan. Li hemberî kiryarên desthilatdariyê, em ê têkoşîna xwe ya ji bo demokrasî, aştî, serxwebûna zanistiyê û azadiya fikir a mirovan, bi xwedîderketina li Dr. Şebnem Korûr Fîncanci û TTB'ê dewam bikin. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci bi tenê nîne, rûmeta me ye."
ENQERE