Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan (39)

Hesen QAZÎ nivîsand —

în 24 tîrmehê 2020 - 23:00

Şewêkî dîke le jêr fermandeyî Qadir Kokoyî da dîsan pelamaryan birde ser 'Ebabeylê. Emin le derewey dêyeke legel jimareyek le pêşmergekan damezrabûm. Qadir legel şervane helkewtuwekanî pelamarî meqerî pêşmergekanî Barzanî yan da û serbanî meqerekeyan dagîr kird. Qadir wîstibûy le lûley kûrewe, narincokêk bixate naw holeke belam ewan pêştir bo pêşgîrî le karêkî ewto torêkî sîmîyan le lûley kûrekewe pêçabû û le ser ban dayanmezrandibû. Narincokeke derbaz nabê û deteqê û pirîşkekanî lay rastî beden û rû û lewane çawî Qadir birîndar deka. Pêşmergekan le şanoy neberdî dêne derê û suwarî êstirî deken û hênayane lay min û geraynewe Helebce. Le naw rêga cige lewey ke derzîyekî dijî derd û janî lê dem hîç karî dîke nedekra. Le malî Qadir ta beyanî xerîkî derhênanî leteke xumpare!! le beden û çawî bûm û tuwanîm le xwênrêjî zor pêşgîrî bikem û bînayî çawî ta ew cêy dekra necat bdem, duway ewe nizîkey çuwar hewtû le nexoşxaney Silêmanî kewit heta çak buwewe.
Ew core lêde û bixo û têkhelcûnane îdî bibû be karêkî rojane û daîmî û derfetî polî ders û terbîyetî siyasî û êdêolojîkî gurûpî 'Ebas kemtir destî deda. Kem kem helumercî taybetî Helebce le minî rûnakbîr û pizişk, şervanêkîşî saz kird bû ke demtuwanî eger pêwîst bika tifengîş bekar bênim. Şewêk ke bo muzakere û biryardanî siyasî le ser bangihêştinî hawrêyanî Bekreco çûbûme wênderê, Celal Talebanî û hêzekanî ewêyan becê hêştibû û tenê hawrê Êranîyekan û le ser yek duwazde pêşmergey beçek le pêgeke bûn. Be şew Bekreco kewte ber hêriş û ateşbarî hêzekanî Barzanî û ew jimareyey lewê bûn her kesey lew şwêney lêy xewt bû wulamî teqekey dayewe. Emnîş ke le ser banî meqerî Talebanî xewtibûm her lewêwe beşdarîm kird le wulamdanewey teqeke. Duway nîw se'at neberd hêzekanî Barzanî be danî kûjrawêk paşekşeyan kird le nawçeke. Ew rûdawe bo hawrêyanî danîştûy Bekreco ke ta ew demî le şer, ewîş le şerî nizîk da beşdarîyan nekrid bû,
 (cige le Keşkolêyekan) zor heycan hêner bû .Kuriş Laşayî ke le naw nêrdîwanî serbanî miqerî Talebanî gîrî kird bû, tuwanîbûy xoy bixate xuwarê û ta duwayî têkhelcûneke le senger da bû û le neberdeke da beşdarî kird bû. Hawrêyanî dîkeş le şwênî cor be corewe wulamî teqey hêrişberanyan dabuwewe.
Erkêkî zor girîngî dîkey ke le Helebce be estom girt, dayîr kirdinî metebêkî giştî xorayî û bê beranber bo hemwan bû û terxan nebû bo gurûp û hîzbêkî taybetî. Leber ewey be hoy nawçey şer bû pizişkêk le dayîrey leşsaxî 'Êraq lewê nedemawe, ew karey min le layen xelkî şar û pêşmerge pêşwazîyekî zorî lêkra. Û wurde wurde xanûyekî be rêje gewre terxan kira bo ew kare û amraz û derman le îdarî leşsaxî nawçe ke bê pizişk bû, dabîn dekra. Yek dû karî sadey pizişkî ke le Urûpa le karekanî rojaney pizîşkane buwe hoy nawbangî zor û xêray metebeke le şar û leherêmî dewr û ber da. Yek ewey ke be derman û sardîy zor berdî mîzildanî kiçêkim le naw bird ke be mangan bû rencî lê dekêşa. Ewîdî ewe bû rojêk kiçêkî duwazde saleyan hêna lam ke dirdî dilî hebû û sext deynaland û pizişkî yek le şarekanî dirawsê çawî lê kird bû û gutbûy naw sikî be sextî hewî kirduwe ke debê herçî zûtir neştergerî bo bikrê. Çawim le kiçeke kird û debînim mîzildanî pire û mîzî bo nakrê. Zendî mîzm nebû û egerîş hem bûba lêdanî zend le kiçoleyekî bakîre teqrîben namumkîn bû. Be tûreyyewe be ser kiçeke da hawarim kird : de biro mîz bike! Kiçeke helat bo awdest û teqrîben duway de deqîqe gerawe û be daykî gut îdî sikî nayeşê û çak buwetewe. Lew deme da dîtim dayik destî kiçekey girt û bê ewey rûy xoy wergêrê, le piştewe berew derga çuwe û çuwe derê. Ew jine le şar gêrabûyewe ke Dr. Cewad pizişk nîye belkû şêxe (şêx lewê be manay moczekar û pak) çunke xelkî dî deyanwîst neştergerî le ser kiçekem biken belam ew kçekemî dirêj kird û destêkî be ser sikî da hêna û çakî kirdewe!! Tebî'î ye ke le komelêkî nerîtî mezebî da xeberêkî ewto çi herayekî lê saz debê . Lewey duwawe jimarey ew nexoşaney ke serdanî metebyan dekrid rojane degeyişte sed kes, ziyatir bepirsyarî debuwe hoy hatinyan, çi le Barzanîyekan çi le Talebanîyekan. Carêk şofêrêkî taksî hate lam û le layen jin û mêrdêkî be temenewe daway lêkirdim biçim biyanbînim. Malî ewan le çeqî nufûzî Barzanîyekan da bû û ew xêzane xoşyan ser bew tayfeye bûn. Ew car le ser binemay erkî pizişkî xom û bê rawêj legel hawrêyan û Celal Talebanî ke hetmen muxalefetyan dekrid, be çantay pizişkî û tenê demançeyek werê kewtim û çawim lew dû kese kird û be amrazî tewaw seretayî (textî dar û tesmey zînî esp bo kêşanî morey gerdin) mudawam kirdin ke akamekeşî baş bû û nawbangî metebî ziyatir kird. Duwatir bîstim ke ew şofêre taksîye ke legelim bû û karekey dîtbû lewey duwawe herkes ke morey gerdinî êşa bê be tesmey zînî esp helî awesî bû!
Dirêjey heye..

Wêne: Siyaweş Parsanejad

Siyaweş Parsanejad


parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2020 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.