Reng û dengê herî xweş zarok bûn

Duşem 13 Kanûn 2021 - 23:01

  • Li paytexta Ingilîstanê Londonê, Kurdên li Ingilîstanê xwedî li rojnameya me derketin. 

Li paytexta Ingilîstanê Londonê, Kurdên li Ingilîstanê xwedî li rojnameya me derketin. Herfteya bihurî înê, hola şeva piştgiriya bi PolîtîkAzad re tijî bû.

 

Jixwe, beriya wê bi dehan kesên xwebexş ji bo vê piştgiriyê xebitîn, hem li Londonê û hem jî li bajarên weke Liverpool, Shefiled û gelekên din xelkê yan bi hatina xwe ya Londonê, yan jî bi karê sponsoriyê, rojnameya me tenê nehişt. Ji bo ku yekane rojnameya nivîskî bi Kurdî li Ewrûpayê weşana xwe dewam bike, wan texsîr nekir. Di şeva piştgiriyê de dîmenê herî bedew jî yê zarokan bû. Koroya zarokan ji bo bibîranîna rojnamevan û filmçêker şehîd Firaz Dag (Mehmet aksoy) hatiye damezrandin. Jixwe navê wê jî Koroya Zarokan a Firaz Dag e. Xelkê li hola şevê bi yek dengî bi zarokan re strana “Berxwedan Jiyane” got. Axir mala wan ava, helbet mala hunermend Memozan, Zeynel Ali, Koma Sersi û Ozan Emekçi jî ava. Mala bi dehan xebatkarên xwebexş û sponsorên me jî ava. Wan şeva piştgiriyê ji bo aboneyên me yên li Londonê, lê her wiha ji bo dilsozên çapemeniya azad veguherand serketinekê.

LONDON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.