• Komkujiya xwezaya Kurdistanê her sal demsala havînê bi awayeke sîstematîk bi destê dewleta Tirk tê kirin. Parlamenter Nûran Îmîr dibêje, qirkirina xwezaya Kurdistanê siyasî ye.

YAŞAR AKSU

 

Dewleta Tirk û rejîma wê ya heyî ya AKP-MHP bi êrişên mêhtingehker û komkujer bi her awayî bakurê Kurdistan dike hedef. Şewitandina daristan û xwezaya erdnigariya Kurdistanê, ya ku her sal havînê di bin navê operasyonan de bi destê leşkerên Tirk tê kirin. Heman leşker û rayedarên dewleta Tirk destûrê nadin ku xelk agir vemirînin. Bi vê qirkirina xwezaya Kurdistanê re, dagirkeran di heman demê de gelek erd û zewiyên xelkê bakurê Kurdistanê jî talan kirin. Bi van polîtikayan, dewleta Tirk û rejîma wê ya heyî AKP-MHP´ê, nîşan didin ku ew dixwazin xelkê Bakurê Kurdistanê bidin koçberkirin. Dewleta Tirk ji bo şewatên daristanên welatên din, pêşniyaz dike ku alikariyê bike, lê herçî daristan û deviyên Kurdistanê ne, xwe bê deng dike, gelek caran jî darên neşewitîne, çalak dide birrîn. 

Di dîroka Tirkî de qirkirina xwezayê ya siyasî diçin heta bi êrişên li dijî Berxwedana Kurdan a 1925´an, yanî wê dema weke "serhildana Şêx Seîd" tê binavkirin. Ji salên 1990´î ve jî bi rêkûpêk şewitandina daristanên Bakurê Kurdistanê ya her sal havînê beşek ji vê qirkirina xwezayê ya siyasî ye. Ya ku vê qirkirinê dijwartir dike kî bêdengiya sazî û dezgehên cîhanî yên ekolojîk e. 

Parçeyek ji pîlana rûxandinê ye

Îsal jî dewleta Tirk bi destê hêzên xwe yên çekdar êrişê dibe ser daristan û çiyayên Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê. Yek ji deverên herî zêde lê dar tên birrîn û şewitandin jî Çiyayê Cûdî ye. Parlementera HDP ya Şirnexê Nûran Îmîr bal bire ser vê yekê û got, ev qirkirin polîtîk in û weha axivî: "Şewatandina daristanên Cûdî û Gabarê polîtîk in. Komkujiya di bin navê 'ewlehiyê' de tê kirin, ji bilî daristan, xweza, mirovan, di şewata li deverekê de bi hezaran heywan jî mirar dibin. Ev qirkirin li dijî jiyana her zindiyî xeter e. Cîhan ji bo ku li ber germbûna kurewî û guherîna avhewayê bibe bend, daristanan zêde dike, lê daristanên Kurdistanê bi bomberanan tên qirkirin. Ev şewatên van 5 salên dawiyê de, bêgûman polîtîk in û ne dûrî pîlana rûxandinê ne. Xwezaya gelekî li ber çavan tê talan û qirkirin."

Hêrsa gelê Kurd radibe

Parlementera HDP ya Şirnexê, Îmîr got,  "Gelê me yê dixwazê bi derfetên xwe van şewatan vemirîne tê astengkirin û xelkê dikin nezaretê, û weha devam kir: "Hêrsa gel li hemberî van êrişan bi hêrs dibe. Agirê ku dewlet bi daristanan dixe, xelkê deverê bi derfetên kêm vedimirîne. Lê di bin navê 'herêmen ewlehiyê' de dixwazin ku xelk were astengkirin û çuyîna van deveran were qedexekirin. Jixwe kirina nezaretê yan hin kesên dixwazin şewatê vemirînin, vê yekê nîşan dide. Xelk dizane ku ev kirin hemû polîtîk in û her diçe hêrsa xelkê bêhtir radibe."

Li dijî şewitandinê çandina daran

Parlementer Nûran Îmîr dibêje, "Ji bo vê mijarê dibe ku em lijneyekê ava bikin. Em wekî HDP´ê, ji bo ku pêşiyê li şewitandina daristanên xwe bigirin hewl didin. Em zorê li Midûriyeta Daristanan a Bajêr dikin. Em dixwazin ku rêveberiyên cihî û sazîyên cihî jî seferber bibin. Me wekî HDP´ê bi gelê xwe re li hemberî van şewatan bi sedan darên cûr bi cûr çandin. Me ev mijara qirkirina xwezayê kire rojeva meclîsê. Heger pêwist bike, em ê ji bo vê mijarê lijneyekê ava bikin".