Qeyûm alfabe jî dagir kir

Yekşem 3 Çile 2021 - 16:39

  • Qeyûmê Artuklu bi cihêkariya li dijî Kurdî, navên deveran ên bi Kurdî bêyî alfabeya Kurdî nivîsand. Bi vê cihêkariyê jî navê deverên weke Qesra Qelendera û Qerta weke Kêsra Kalendêra û Herta hetikand. 

Li Bakurê Kurdistanê qeyûmên şaredarî dagir kirine çi karê ne li rê hebin, li ser navê dewleta Tirk a dagirker dikin. Li Îdirê bi pereyên xelkê bajêr xizmeta fermandariya cendirmeyan dike, li Amedê pereyên xelkê dide şaredariyên AKP´yî û li Mêrdînê jî di lewheyan de herfên Kurdî qedexe dike.  

 Piştî ku Wezîrê Karên Hundir ê dewleta Tirk bi qeyûm û waliyê xwe H. Engin Sariîbrahîm şaredariya Îdirê ya HDP’yî dagir kiribû; vê carê pereyê şaredariyê dixe xizmeta saziyên eskerî û dewletê. Qeyûm ewil pirtûkxane û kompleksa werzişê ji bo rêxistinên nêzî AKP'ê xistin xizmetê. Niha jî ji budceya şaredariyê xizmeta eskeriyê dike. Qeyûmê dagirker Sariîbrahîm di Kanûnê de bi 3 kesan civîna meclîsê li dar xist. Qeyûm bi 3 endamên meclîsê biryar girt ku pereyên şaredariyê ji bo dîwarê eskeriyê yê Fermandariya Cendirmeyan a Îdirê xerç bike. Şaredariyê bi 3 kesan biryar da ku 57 hezar û 823 metrekare dîwarê eskeriyê yê Fermandariya Cendirmeyan a Îdirê bi pereyê şaredariyê lêbike. 

Li gorî nûçeya Mujdat Can a di Ajansa Mezopotamya (MA) de qeyûmê Îdirê li ser nivîsa Fermandariya Cendirmeyan a Îdirê ya 25.11.2020'an û hêjmara 8033801-390.99-6129659/Loj.Ş'an, di çarçoveya tevdîrên ewlehiyê de li ser Parsela Hêjmar 66'an li ser eniya başûr wî 57.823,65 metre kare dîwarî bi pereyên şaredariyê ava bike. 

Xwe li morê negirt kir turkuaz

Wezareta Karên Hundir a dewleta Tirk di 2’ê Cotmeha 2020’an de bi waliyê Qersê Turker Oksuz weke qeyûm, şaredariya Qersê ya HDP’î dagir kiirbû. Şaredariya di bin rêveberiya qeyûm Oksuz de navê Mor Cafe û Xeta Mor ên serdema HDP’ê , guhertin. Navê Cafeya Mor bû “Turkuaz Kafe.” 
Qeyûm navê Xeta Mor jî guherand û navê “Xeta Piştevaniya Jinan” lê kir. 

Pereyên şaredariyê dide AKP´ê

Qeyûmê dewleta Tirk ê ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dagir kiriye, dê mal û milkên şaredariyê ji bo şaredariyên AKP’yî yên Samosad û Çêrmûgê xerc bike. 

Li gorî nûçeya Cahît Ozbek a di MA'yê de Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dê bi pereyê şaredariyê ji bo Şaredariya Navçeya Samosad a Semsûrê ya AKP'î "Karê Çêkirina Eywana Dawet û Konferansê" û ji bo Şaredariya Navçeya Çêrmûg a Amedê ya AKP’yî jî "Karê Çêkirina Avahiya Xizmetê û Çêkirina Çarşî Kolan û Kuçeyan" çêbike. 
 
Tîpên Kurdî rakirin

Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrîdînê ya HDP´yî sala 2014´an lewhayên gundan bi Tirkî û Kurdî nivîsandibûn. Qeyûmê şaredariya Artuklu ya navendî dagir kirî, niha ew tîp ji lewheyan derxistin. Bêyî tîpên Q, W, X hem navê deveran nayê nasîn û hem jî tîpên ê,û û î jî li cihê şaş û nerast hatine bikaranîn.
Komeleya Înîsiyatîfa Heq, guhertina navên Kurdî di lewheyan weke cihêkariyeke li dijî Kurdî bi nav kir. Di daxuyaniya komeleyê de hat gotin, “Tîpên Q, W, X ên di navên orîjînal de derxistine. Mesela ji ber vê navê Qesra Qelendera bûye Kêsra Kalendêra, bi tîpên şaş maneya navî hatiye xirakirin. Weke ku mirov li şûna Artuklu bibêje Ortuklu." 

Van lewheyan wekî din navên gelek gund û taxan hetikandin: Qertê kir Harte, Cewzat kir Cevzat, Aqrês kir Akres,  Xincika kir Hincıka. Komeleyê xwest şaredarî ji vê şaşiya xwe vegere.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.